Ferhad Pîrbal bi keçeke 23 salî re zewicî!

Hewlêr (Rûdaw)- Piştî têkiliyeke evîndarî ku 3 mehan domand, nivîskar Ferhad Pîrbal keçeke 23 salî xwest û li dadgeha bajarokê Eynkawa yê Hewlêrê mehra xwe li ser birrî.

Pîrbal ji Rûdawê re got: “Piştî eşqeke sê mehî, ji nû ve min biryar da ku keçeke kurd bixwazim û roja çarşema borî li dadgeha Eynkawayê min mehra xwe lê birrî.”

Ferhad Pîrbal navê dergistiya xwe eşkere kir û got: “Min û xatûn Alaya hevjîna xwe, piştî 3 mehan ji eşq û mehbetê me biryar da em bi hev re bizewicin û jiyana xwe ya siberojê pêk bînin.”

Ferhad 53 salî ye û berê bi helbestvana kurd Terze Caf re zewicîbû û keçek û kurekî wî ji Terzeyê hene. Lê beriya demekê Ferhad û Terze ji hev cuda bûbûn.