Di navbera du sînoran de jiyanên bênasname

 

Rûdaw (Rûdaw-BBC) - Piştî ku roja 20ê Cotmeha sala 1921an di navbera Tirkiye û Fransayê de rêkeftina bi navê “Rêkeftina Enqerê” hat îmzekirin, jibilî deverên Hatay û Îskenderûnê, sînorî navbera Tirkiye û Sûriyê hat destnîşankirin.

 

Sînor ji nav gund û bajarên kurdan re derbas dibû û malbat û eşîrên kurdan bûn du perçe û ji hev veqetiyan.

 

Lê vê rewşê nekarî pêşiya danûstan û hatinçûna kurdan bigire. Kurdan navê sînorê aliyê Bakûrê Kurdistanê danîn “serxet” û navê aliyê Rojava jî danîn “binxet”. Ev jî nîşan dide ku kurdan qet ev sînor qebûl nekirin.

 

Malbatên ku ji ber sînor perçe bibûn, vê carê neçar man xwe li deverên mînkirî û têkirî bidin û serdana hevdû bikin. Serdan, bazirganî û hatinçûna “qaçax” ji wê demê ve heta roja îro dom kir lê di vê heyamê de gellek kes ji ber vî sînorî mirin û seqet man.

 

Şerê Sûriyê bû sedema guhertina wateya sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyê. Kurdên Sûriyê ji ber şerê Sûriyê dest ji jiyana xwe berdan û sitara xwe birin ba xizm û mirovên xwe li Tirkiyê. Di vê rêkê de hinek ji wan ji ber teqîna mînan yan jî bi fîşekên leşkerên tirk hatin kuştin lê karîn derbasî aliyê din ê sînor bibin û dest bi jiyaneke nû bikin.

 

Helbet, qedexebûna sînor, ji wan kesên ku sînor baş nas dikin re bûye deriyê jiyaneke nû jî, ji ber ku dibin pêşengê kesên ku sînor nas nakin û wan ji sînor derbas dikin û li hember vî karî jî heqdestê xwe distînin.

 

Yek ji wan pêşengan xortê bi navê Ehmedo ye ku temenê wî 13 sal e û ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Li devera Şenyûrta Mêrdînê herkes Ehmedo nas dike û jê hez dike. Her çiqas bêje natirse jî lê dema ji sînor derbas dibe gellek caran rastî tiştên xeter tê.

 

Li gorî ku Ehmedo dibêje, 6 xûşk û bira ne lê 9 salan berê bavê wî di bûyerek trafîkê de jiyana xwe ji dest daye. Vî karî ji ber wê dike ku alîkariya malbata xwe bike. Hinek caran jî lêdan xwariye û gellek tiştên nexweş hatinye serê wî lê dest ji karê xwe bernedaye.

 

Ehmedo, dibêje tenê sê salan xwendiye lê ew dixwaze li Tirkiyê here dibistanê lê nasnameya wî tine. Ev jî vê hizrê tîne bîra mirov: “Di navbera du sînoran de jiyanên bênasname”.

 

Ehmedo bûye şahidê şerê qirrêj jî: “Min gellek tiştên pîs dît. Serê mirovan jê kiribûn û kûçikan goştên wan dixwar.”

 

Ehmedo her roj ji sînor derbas dibe û hinek caran jî di rojekê de sê yan çar caran diçe û tê.

 

Heta şerê Sûriyê bidome dê ev rewş berdewam be û Ehmedo jî dê bi “qaçaxî” bijî.