Hondayê motorsîkleta xwe ya 500 milyonem hilberand

Hewlêr (Rûdaw) - Hondayê ragihand ku li seranserê cîhanê hilberîna wan a motorsîkletan gihîştiye 500 milyon hebî.

Li gorî daxuyaniya şirketê, Hondayê di salvegera 76em a rêzehilberîna motorsîkletan de ku sala 1949an bi modêla "Dream D-Type"yê dest pê kiribû pêngaveke girîng li dû xwe hiştiye.

Hondaya ku bi modelên "Activa" û "Super Cub"ê motorsîkleta 100 milyonem, bi modêla "Gold Wing"ê jî motorsîkleta 300 milyonem hilberand, bi modêla xwe ya Activayê ya ku li kargeha li eyaleta Gujaratê ya Hindistanê hilberand, motorsîkleta xwe ya 500 milyonem tomar kir.

Serokê Honda Motorê Toshihiro Mibe di daxuyaniya xwe da wiha got:

"Li gel bikirên me, ji sêwirînê heya hilberînê ji firotinê heya serwîsê ez spasiya wan hemû kesan dikim ku di vê qonaxa ku em gihîştinê de xwedan ked in."