SpaceXê roketeke Falcon 9 şand asmanan
Hewlêr (Rûdaw) - SpaceXê doh piştî nîvro roketeke Falcon 9 ji Floridayê şand valahiya asmanan.
Li gorî malpera SpaceXê, bi vê roketê re 23 peyken Starlink şandin rêgeha nizm a erdê.
Li gorî planê, SpaceX dê sêşemê keştiyeke din a valahiya asman a bi navê Starship ji baregeha xwe ya “Starbase”yê ya li Teksasê ji nû ve biceribîne.
Starbase navend û cihê avêtina roketên SpaceXê ye.
SpaceX li gel NASA û Wezareta Parastinê ya Amerîkayê dixebite û hêvî dike ku astronotan careke din bişîne ser heyvê û rojekê jî bigihîne ser Merîxê.
Piştî ku çend caran roketên Starship li ser Okyanûsa Atlantîkê teqiyan û bûn sedema rawestîna geştên balafiran, SpaceX niha hêvî dike ku roketa xwe ya gelekî mezin a Starship careke din biavêje.
Vê carê armanc ew e hemû firîna ceribandinê bêyî ku roket biteqe û ji hev bikeve, bi awayekî serkeftî pêk were.