SPÎXANE - Warê Binefşa Narîn û Cembelî geştyaran ber bi xwe ve dikişîne
Colemêrg (Rûdaw) - Colemêrg yek ji wan herêman e ku bi cihên xwe yên geştyariyê di van salên dawî de bala xelkê dikişîne.
Salane derdora 150 hezar geştyarî vê herêmê ziyaret dikin.
Li Colemêrgê yek ji cihên ku herî zêde bala geştiyaran dikêşe jî Spîxana ye.
Spîxane piştî ku rê ji berfê hatine paqijkirin careke din bûye yek ji cihên ku geştyar herî zêde berê xwe didinê.
Dîmenên wekî beheşteke li ser rûyê dinyayê, dîmenên banê Colemêrgê, zozanên ku Binevşa Narîn ji Cembeliyê kurê Mîrê Hekariyan re gotiye "De lorî lorî Cembeliyê mino lorî tu bi xêr hatî welatê Hekariyan zozanên jorîn" Spîxaneyê ne.
Piştî vê biharê xwe bi dilê xwe xemiland xelkê careke din berê xwe daye Spîxaneyê û konên xwe li ber heybeta çiyayên bilind li kêleka avên hênik vedane.
"Divê her kes vê derê bibîne zererê nedê"
Çiyager Qehreman Aytanbang bang kir ku bila her kes bê û Spîxaneyê bibîne û wiha got:
"Navê vê derê Spîxane ye. Ev der xweşiya Colemêrg û heremê ye. Divê her kes bê û vê derê bibîne lê pêwîst e ku zirarê nedinê.
Bila kes qirêja xwe li vir nehêle. Her kes bila tevî malbat û dostên xwe were û seredana vê derê bike. Ji bo me Kurdan Sipîxane cihekî gelek ciwan e."
"Bila xelk hişyartir be"
Nûnerê Wefqa Temayê ya Jîngehê Kenan Canan da zanîn ku di van salên dawî de berfa Spîxaneyê dihele û got:
"20 hezar sal beriya niha ev dere her hemû berf bûye, cemed bûye, 9-10 sal in ev dere dihele.
Bandora hatine xelkê jî heye. Em dixwazin xelkê ku seredanê dike bila hişyartir be."
Spîxane bi bilinahiya xwe ya 3 hezar 200 metreyî bi keviyên xwe yên 20 hezar salî, bi çeme çepkên xwe yên dora wan bi sosîn û helalan xemiliye bezm û ziyafeteke bêhempa pêşkêşî mêvanên xwe dike.
"Li aliyekî berf û li aliyê din kulîlkên biharê hene"
Geştiyar Çîçek Sakê xweşiya Spîxaneyê wiha anî zimên:
Em niha li Spîxaneyê ne. Bi Tirkî navê wê `Cennet Cehennem` e. Ev dere gelekî xweş e. Li vir berf heye niha her derê dinya germ e. Havîn e.
Lê li vir hewa hênik e. Li aliyekî berf heye li aliyekî din kulîlkên biharê hene. Bêhna giyayên biharê heye."
Geştiyar Cahît Yîgit Spîxaneyê dişbîne beheştê û wiha dibêje:
"Bihar e û ev dere wekî beheştê ye. Rexekê gul û sosin û beybûn hene li rexekê din berf û cemed e.
Li pişta me Kurdistana me ya Başûr e. Em dibêjin bila cihên wisa xweş bêne parastin û paqij bê hêlan."
Colemerg û Gever, Cîlo û Sat û Spîxane heta Çarçelan ev herêm salane mazûnaviya derdora 150 hezar geştiyarî dike.