Li Alaskayê şeveke rengîn, Roniyên Bakur asman xemiland

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî li bajarê Anchorageyê yê Alaskayê Roniyên Bakur (aurora borealis) ên bi hêza Kp5 û zêdetir hatin dîtin.

Ronahiyan asmanê bajêr bi awayekî balkêş ronî kir û li gel rengên payîzê yên zer, pirteqalî û sor ên pelan dîmenên bêhempa afirandin.

Xelkê herêmê, wênegir û geştyaran li vê bûyera xwezayî temaşe kir.

Dîmenên ronahiyan her wiha bûn nîşaneya zêdebûna eleqeya ji bo geştyariya Roniyên Bakur a li Alaskayê.