Foruma Aştiyê: 'Divê gel ji bo aştiyê amade be'
'Mifteya çareseriyê di vîna Amedê de ye'
Peyamnêr û rêveberê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Amedê ye.
Peyamnêr û rêveberê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Amedê ye.
'Mifteya çareseriyê di vîna Amedê de ye'
Pirtûkên Kurdî nayên firotin û nivîskar neçar in ji berîka xwe xerc bikin
Koleksiyona Kurdî ya Aleksandre Jaba bi awayekî fermî hat çapkirin
'Plansaziya bajaran ne li gorî astengdaran e'
'Siyaseta xwe bi Kurdî bikin'
Serokê Amedsporê Nahît Eren bi rêya Rûdawê bangî alîgiran kir
Li gorî amaran li Amedê herî kêm 5 mafyayên cuda hene
Zarokên ku bûne şahidên vê êrişê gelekî tirsiyane
Mehmet Ocalan, 4ê Nîsanê li gundê xwe Amarayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî
Hongshunê Çînî li kolanên Amedê bi Kurmancî 'dan û standinê' dike
Rewaniya kurdiya wî û şehrezatiya wî di zimên de, kir ku Maşallah Dekak di tevlîbûnên zindî di bultenên nûçeyan de cihê pejirandina temaşevan û guhdaran be. Rewşenbîriyeke wî ya kûr heye û şehrezayê dîroka Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ye.
Ji sala 2009an ve, wek peyamnêrê rojnameya Rûdawê, çapa Kurdistan û Ewropayê, dest bi kar kir. Di salên 2012-2013an de, xula perwerdeya karê televizyonî li Rûdawê li ser destê Ewropiyan dît.
Bûyerên Bakurê Kurdistanê rûmal dike. Hilbijartin li Bakurê Kurdistanê rûmal kirine û dîbeytên taybet di vî warî de bi rêve birine. Li ser sînor, êrişa DAIŞê li ser Kobanê (Îlona 2014-Rêbendana 2017) rûmal kir.
Maşallah Dekak programeke heftane di radyoya Rûdawê de pêşkêş dike bi navê (Bi Dema Amedê) ku tê de li ser rojeva hefteyê mêvandariya siyasetvan û rewşenbîran dike.
Maşallah Dekak çend caran wek rojnamevanê salê yê serkeftî li Bakurê Kurdistanê hatiye hilbijartin û heta niha 5 caran ji aliyê Komeleya Rojnamevanên Rojhilat û Başûrê Tirkiyê ve hatiye xelatkirin.
Maşallah Dekak di 16ê Cotmeha 1981ê de li gundê Kîkan ê ser bi bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Xwendina seretayî û amadeyî li bajarê Mêrsînê qedand. Beşê Aborî li Zanîngeha Anadolê ya Eskişehirê xilas kir. Sala 2018 li Zanîngeha Artuklu bawernameya bakaloryosê di zimanê Kurdî de wergirt.
Sala 1998 dest bi karê rojnamevanî kir. Di rojnameya Azadiya Welat, radyoya Dengê Rûsya û ajansa Peyamnêr û DÎHA û AKNewsê de wekî nûçegihan xebitiye.
Di sala 2010an de pirtûkek bi zimanê Kurdî bi navê (Nûçe û Nûçevanî 3Ç 3K) li ser karê rojnamevanî belav kir.
Xêzandar e û bavê du kuran e bi navên Mîtan û Mehabad.