Li Rojhilatê Kurdistanê yekem haleta mirina bi Koronayê hat tomarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojhilatê Kurdistanê, yekem kes bi vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da.

Li Rojhilatê Kurdistanê yekem haleta mirina bi vîrusa Koronayê hat tomarkirin. Li gor zanyariyan li parêzgeha Loristanê zilamekî 80 salî canê xwe ji dest da.

Rêveberê Tendirustiya Seqizê jî ragihand, jineke temen 55 salî ku guman tê kirin tûşî vîrusa Koronayê bûbe, di beşa çavdêriya taybet a nexweşxaneya Seqizê, canê xwe ji dest daye.

Serokê Zenîngeha Kurdistanê jî duh ameje bi wê kiribû ku hejmara tûşbûyên bi Koronayê 8 kes e û çend kesek jî pişkinîn bo hatiye kirin û li benda encaman in.

Li aliyê din vîrusa Koronayê her ku diçe li Îranê belav dibe. Parlamenterê Gîlanê ku nû hatibû hilbijartin, bi Koronayê canê xwe ji dest da.

Li seranserê Îranê heta niha 44 kesan bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane.Wezareta Tendirustiyê ya Îranê jî ragihand, heta niha 595 kes bi vîrosa Koronayê ketine.

Vîrusa Koronayê li 26 parêzgehên Îranê belav bûye, tenê 5 parêzgeh paqij mane.

Her li gorî amarên Wezareta Tendirustiya Îranê, heta niha 123 kesên ku bi vîrusa Koronayê ketibûn hatine dermankirin.