Li Kerkûkê yekem pêketina taya bi xwîn hat tomarkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Kerkûkê yekem pêketina taya bi xwîn hat tomarkirin. Rêveberiya Tenduristiyê ya Kerkûkê ragihand, ew kesê ku bi nexweşiya taya bi xwîn ketiye goştfiroş e û niha di bin karantînayê de ye.
Nexweşiya taya bi xwîn ku wek taya Kongo jî tê zanîn, bi rêya qijnikan û ajelên din derbasî mirovan dibe û dibe sedema xwînjêçûna zêde.
Mirov gelek caran piştî serjêkirina heywanan bi nexweşiya taya bi xwîn dikevin.
Berdevkê Polîsên Kerkûkê Amir Nûrî got, ''Dema ku em derdikevin bazarê li gorî fermana dadger em wan kesan digirin û heywanên wan jî dibin selexaneya Kerkûkê.''
Mirov gelek caran piştî serjêkirina heywanan û bi qijnikan bi nexweşiya taya bi xwîn dikevin.
Bijîşkê Nexweşxaneya Veterîneriyê ya Kerkûkê Dr. Qeyser Cewad anî ziman, "Serjêkirina heywanan li derve sedema belavbûna vê nexweşiyê ye. Baş e ku li Kerkûkê selexaneya me ya modern heye. Ev serjêkirin heywanan li derve hatiye sînordarkirin. Ev nexweşî bandorê li mirovan dike û ji qijnikan derbasî mirovan dibe."
Hat diyarkirin ku bi salan e ev nexweşî nedihate dîtin lê niha dîsa derketiye holê ku tirs di nav şêniyên herêmê de belav kiriye.
Ji destpêka salê ve herî kêm pênc mirin û 18 bûyerên nexweşiya taya bi xwîn hatine tomarkirin, li gorî medyaya fermî tê pêşbînîkirin ku hejmar dê zêde bibe.
Parêzgeha Zîqar a başûrê Iraqê ku bi awayekî berfireh wek çavkaniya nexweşiyê li Iraqê tê dîtin, nexweşî herî zêde li wir hatiye tomarkirin. Navçe bi xwedîkirina, bizin û mîhan tê nas kirin ku ew ajel hilgirên vê nexweşiyê ne.
Wezareta Çandiniyê ya Iraqê roja Pêncşemê diyar kir ku ew tedbîran digirin ji bo rêgirtina belavbûna nexweşiya taya bi xwîn.
Nîşaneyên tayê yên wek xwînjêçûn, serêşiya zêde, westandin, nîşanên şîn ên li ser çerm û xwîna di mîzê de hene.
WHO dibêje, çareseriya nexweşiya taya bi xwîn baldarbûna civakî û bikaranîna dermanên antiviral e.