HEWLÊR - Zarokek bi du rûyan ji dayîk bû

01-07-2025
RÛDAW
Zarokê ku bi du rûyan hat dinyayê / Wêne: Ji Rûdawê re hat şandin
Zarokê ku bi du rûyan hat dinyayê / Wêne: Ji Rûdawê re hat şandin
Nîşan Hewlêr Zarok Du rû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nexweşxaneyeke taybet a Hewlêrê zarokek bi du rûyan ji dayîk bû.

Ew cêwî ne û yek saxlem e lê belê yê bi dû rûyan li gorî gotina bijîşkan nikare bijî.

Li Nexweşxaneya Newrozê ya li bajarê Hewlêrê jinekê bi emeliyatê cêwî anîn cîhanê ku yek ji wan bi du rûyan ji dayîk bûye.

Dr. Isra Mihemeda bijîşka ku emeliyat endam da ji Rûdawê re ragihand, malbat ji Rojavayê Kurdistanê ye.

Dr. Isra Mihemedê anî ziman:

“Çar meh in bi rêya pişkinînan dihat zanîn ku yek ji wan zarokên cêwî ne baş e lê ji ber rewşa tenduristiyê ya cêwiyê saxlem, me heta dema bûyînê dernexist.

Niha em ji mayîna zarokê bi du rûyan ne piştrast in.”

Isra Mihemedê diyar kir ku tenduristiya dayîkê baş e û niha ew ji bo ku ji mayîn û nemana zaroka bi du rûyan piştrast bibin bi pişkinînan ve mijûl in.

Peymangeha Tenduristiya Niştimaniyê ya Amerîka, ew rewş kêm e û di 180 hezar heta 15 milyon bûyînê de tenê carekê ev yek diqewime.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst