Li Hesekê paşmayên bijîşkî metirsiyê li ser jiyana xelkê ava dikin
Heseke (Rûdaw) - Paşmayên pizîşkî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, pirsgirêkeke cidî li ser jiyana xelkê çê dike. Jineke Kurd ku 6 zarokên wê hene û li Nexweşxaneya Gel ya wî bajarî kar dikir, ji ber paşmayên pizîşkî nexweş ket, nexweşiya wê dirêj nekir piştî du rojan jiyana xwe ji dest da.
Ev paşmayên emeliyatan pir xeter in, hin kes nexweşiyên wan giran in, bi rêya wan paşmayan xelkê din jî nexweş dikevin û ji ber hindê divê li nav nexweşxaneyan divê hişyariyeke cidî hebe. Li derveyî nexweşxaneyan jî, paşmayên pizîşkî têne komkirin û şewitandin, ev jî ne çareseriye û dibe sedema belavbûna nexweşiyan.
Jina bo navê Cîhan karmenda paqjiyê bû li nexweşxana Hesekê ya giştî, di encama serederiyeke ne ewle bi paşmayên pizîşkî re tûşî nexweşiyê hat,ku bû qurbaniya kêm hişyariyê xwe û ji xemsarî û nebûna çavdêriya pêwist li wê nexweşxanê.
Hevjînê Cîhanê, Yasir Mistefa dibêje, “Hevjîna min nexweş ket û yek ser mir, pêşî pîzşkan got gerek lingê wê bê jêkirin lê ew bêre negihiştin hemû ji karê nexweşxanê wisa lê hat ,ew çû û 6 zarok li dû xwe hiştin.”
Paşmayên pizîşkî ji çend cûran pêk tên beşek ji alavên ku di neştergeriyê de tên bikaranîn weke siring û neşterên bi xwîn û hinek paşmayên çareserkirina tenduristî û perçeyên laşê nexweşan.
Pizîşik Gîvara Hemo jî radigihîne, “Paşmayên tendûristî divê bêne şewitandin, wekî din bandora wan ya pir xirab li ser belavbûna nexweşiyan heye, bi taybet yên veguhes û ne tenê bandora wan li ser karmendên tendûrstî heye.”
Li herêma Cizîrê bêhtirî 30 nexweşxane hene, ji wan 22 taybet û 7 giştî û 4 leşkerî ne. Tenê 3 nexweşxane cihê şewitandina paşmayên tenduristî li wan heye, ev di demekê de desteya tenduristiyê ya bi ser Rêveberiya Xweser ve hewl dide bi karînên sînordar bi awayekî baş serederiyê bi wan paşmayan re bike.”
Hevserokê Desteya Tenduristiyê li Herêma Cizîrê Menal Mihemed jî diyard dike ku sê cihên şewitandina paşmayên tendûristî li newxeşxaneyan hene û dibêje, “Yek, li Dêrikê ,li Serêkaniyê û Hesekê em li ber in yek li Qamişlo û di hewldanên berdewam de ne ji bo baştirkirina rewşa tenduristiyê.”
Krîza Sûriyê ku ev çend sal e berdewam e bandorek neyînî li kerta tenduristiyê dike, berçav ku Rojavayê Kurdistanê jî ji vê rewşa xirab bê par nemaye, ji ber nebûna çavdêriyê gelek binpêkirin rû didin, nemaze di warê komkirina paşmayên tenduristiyê de.