Rastiya li pey tiryakîtiya şekirî

02-05-2017
Dr. Silêman Yildiz
Nîşan Rûdaw Tendirustî Diyabet Nexweşiya Şekirî
A+ A-

Zêdekirina xwarina şekirî nexweşiyên wekî obezîte, diyabet, nexweşiyên dil û demarî, pênceşêr û alzeheimer (xerifîn) li pey xwe tîne. Li gorî lêkolînên van rojên hanê, her çend xwarina şekirî zêde bibe egera matirsiya pêketina van nexweşiyan xurttir dibe. 

 

Tevî ku ev metirsiya bi lêkolînan hatiye zelalkirin, çima di gelek xwarinên amade de şekir hene?

 

Sedema wê ev e:

 

Hişyarkerên bihêz ên wekî şor û şîrîn bi taybetî navenda tiryakîtiya mêjî îqaz dike. Wexte xwarina şekirî bi berdewamî be û piştî laşê me bigihêşe nirxa şîpaneyê ya diyar dûre laş bi ahengdarî kontola belavkirina hormana însulînê ji dest dide. Jidestdana kontrolê herî zêde di xwarinên şîrîn yanê xwarinên bişekir de derdikeve holê. Berhemdêr bi vî tiştî agadar in û ji ber vê yekê her tiştê ku çêdikin zêdetir şekir tevî dikinê. Wexta xwarina şekirî zêde bibe pê re şêla wekî tiryakîtiyê jî bêhtir dibe. Bi xwarin û vexwarina şekirî ev daxwaz zêdetir dibe û dawiya dawîn ji ber ku ji ew tiştên em dixwin em ne xeberdar in, xwarina wan bêhtir dibe.

 

Şekirê spî bijûndar e an ê esmer?

 

Hema bibêjim herdu jî wekhev in. Şekirê spî şekirekî krîstalîze ye û madeyeke bipîşesazî tevî dibê da ku rengê wê bibe esmer. Yanê di navbera herduyan de jî ji aliyê qelîte û tenduristiyê ve ti cudatî nîne ku ê rengê esmer dide şekirî pap in. Eger hûn dibêjin ez dixwazim bibim mirovekî bijûndar divê hûn ji her curê şekirî dûr bikevin.

 

Eger hûn qelew bin, hûrgir bin divê hûn herî kêm di salê de carekê pileya şekir û însulîna di nava xwîna xwe de bidin pîvandin. Eger livek biçûk were tespîdkirin divê hûn ji xwarin û vexwarina xwe agadar bin da ku ev metirsî kêmtir bibe. Ji aliyê din, divê hûn kîloyên xwe yên zêde bihelînin û çalakiyên xwe yên fîzîkî bêhtir bikin.

 

Ji şekirê nepenî agadar bin!

 

Bêhtirî nivê nexweşên şekirî piştî gelek salan ji nexweşiya xwe xeberdar nînin. Ji piraniya wan kesên hanê herî kêm li dema 10 salan nexweşiya ‘şekirê nepenî’ lê heye û li ew salên jê bê xebardar in nexweşiya diyabetê lê giran dibin. Lê mixabin, ji gelek qonaxên pişkînê sûd nayê wergirtin. Loma divê hûn biçin kontrolên tenduristiyê. Baş bizanin ku di nava malbata we de nexweşên diyabetê nebin jî nayê wateya ku şekirê nepenî li we nîne.

 

Kî di nexweşiya diyabetê de di bin metirsiyê de ye?

 

Her kesê/a ku ji metirsiyên mezin ên wekî xwarina şaş, bêagadariya pişkinîna kîloyê, bi taybetî berfirehbûna derdora newqê, jiyana bêliv hişyar nînin dikarin bi vê nexweşiyê kevin. Di vê qonaxê de ne girîng e ku ev nexweşiya di malbata de heye an nîne. Eger em bi giştî rêz bikin ev kesên hanê di bin metirsiya nexweşiya diyabetê de ne:

 

Nexweşên dilî yên koroner

 

Kesên ku li rûnên xwîna wan de (kolesterol, trigliserid) hevsengî nebin

 

Nexweşên hîpertansiyonê 

 

Kesên di wexta ducanîtiyê de gelek kîloyan bistînin (zêdetirî 20 kîloyan)

 

Jinên ku zarokên ji 4 kîloyan girantir bizên

 

Zarokên nûzayî ên ji 4 kîloyan girantir

 

Kesên ku merivên wan ên di rêjeya yek û duyê de nexweşiya diyabetê lê hebin

 

Kesên pir qelaw

 

Kesên îndeksa laş-girse ji 30î bêhtir

 

Jinên derdora newqa wan ji 90î, mêrên newqa wan ji 100î zêdetir

 

 

 

Bi hêviyên derbaskirina hefteyeke xweş û bitendurist.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst