Li Amerîkayê metirsî, li Çînê qedexe: Zarok û telefon
Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke nû ya ku di kovara zanistî ya "Pediatrics"ê de hatiye weşandin, hişyariyê dide malbatan ku dayîna telefonên zîrek a bi zarokên biçûk metirsiya nexweşiyên wekî xemokî (depresyon), qelewî û pirsgirêkên xewê zêde dike.
Lêkolîn li Amerîkayê li ser zêdetirî 10 hezar û 500 zarokan hatiye kirin.
Di encamê de derketiye holê ku dayîna telefonan a di temenê 12 saliyê de bandoreke neyînî li tenduristiya derûnî û fîzîkî ya zarokan dike.
Li gorî pisporan, zarok di temenekî çi qasî biçûktir de bibin xwedî telefon, metirsî jî ew qasî zêdetir dibe.
Mînaka Çînê: Kontroleke tund
Li aliyê din, Nûçegihanê Rûdawê yê Çînê Mehdî Ferec ragihand ku li Çînê nêzîkî 100 milyon zarokên di bin 12 saliyê re telefonan bi kar tînin lê di bin çavdêriyeke tund de ne û got:
"Li Çînê piştî demjimêr 22:00yan, pergaleke taybet a bi navê 'Kids Mode' çalak dibe û telefonên zarokan jixweber vedimirin."
Her wiha, zarok tenê dikarin rojane 1-2 demjimêran telefonê bi kar bînin.
Ji bo torên civakî jî kesên di bin 14 saliyê de nikarin hesaban vekin.
Şîret li malbatan
Li ser bingeha van encaman, pispor şîretan li malbatan dikin ku heta ji destê wan tê, bi derengî zarokên xwe bikin xwedî telefon.
Her wiha ew diyar dikin ku divê bi şev telefon li jûrên razanê yên zarokan nemîni çimkî dengê agahdariyan (notification) xewa wan xera dike û bandoreke neyînî li bipêşketina wan dike.