Akademiya Ramanê ya Beşmînareyê ji zarokên losemî re alîkarî xwest
Navenda Nûçeyan- Akademiya Ramanê ya Beşmînare ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê banga ji bo arîkariya zarokên bi nexweşiya losemiyê kirin.
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên Bedlîsê li Stenbolê hatin bal hev û ji bo arîkariya zarokên bi nexweşiya losemiyê kampanyaya piştgiriyê dan destpêkirin.
Serokê Akademiya Ramanê ya Beşmînareyê Serdar Durer got ku gelek zarokên wekî Oyku Arîn ên ku li benda hucreyên kok in hene.
Serdar Durer wiha got: "Ji kerema xwe ji bo van zarokên me em bibin xêrkerên mejiya hestiyan. Dibe ku em jî bibin hêviyek. Bi xwîndayînê, donortiyê em ne tenê ji bo zarokên xwe yên bilosemî dikarin ku ji bo hemû nexweşên losemiyê yên ji her temenê bibin hêvî."