Nexweşiya penceşêrê li Qamişlo zêde bûye
Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê nexweşiya penceşêrê belav e. Mirovên nexweş gelek zehmetiyan dibînin. Hinek jê ji ber nebûna navendên taybet bi çareseriya tendirustî ya panceşêrê, hinek jî bi sedema nabûna derman neçar dibin ku herin Şamê.
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê wek tevahiya cîhanê, nexweşiya penceşêrê di nava xelkê de heye, lê di salên dawî de ev nexweşî zêde bûye û mirovên nexweş gelek caran neçar dibin dermanan bi nirxê buha bikirin.
Derbarê mijarê de Kesûkara nexweşekî Rifaa Zelnûn wiha got: “Hevserê min nexweş e. Me ew bire Duhokê, bi hezar û 400 dolarî, jê re 2 neştergerî kirin. Girêkek ji rehnê wî rakirin. Lê ji me re negotin ev penceşêr e. Xaniyê me maye, me nefirotiye. Xerciya vê nexweşiyê bilind e. Xwedê mezin e.”
Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê hejmarek ji nexweşên penceşêrê ji ber nebûna navendên çareseriya tendirustî yên vê nexweşiyê neçar dibin berê xwe bidin Şamê daku dermanan ji Nexweşxaneya Beyrûnî bidest bixin.
Li Qamişlo ji berî 6 salan ve navendeke çareserkirina nexweşiyên girêkan heye, lê neketiye kar. Xelk jî daxwaz dikin ku ev navend di zûtirîn dem de pêşwaziya nexweşan bike.
Li gorî amarên Nexweşxaneya Beyrûnî, di sala 2017an de, rêjeya nexweşên penceşêrê, li ser asta Sûriyê ji sedî 32 ji Herêma Cizîrê ne. Tevî vê yekê jî, tenê 3 bijîşkên van nexweşiyan li Qamişlo hene. Di salê de jî Navenda Beyrûnî pêşwaziya 13 hezar nexweşî dike û her sal ev hejmar ji 20 heta 30 nexweşî zêde dibe.
Bijîşkê nexweşiyên girêkan û xwînê Danîş Ibrahîm jî wiha axifî: “Sedemên sereke yên penceşêrê virus in. Herwiha qelewbûn û sedemên hormonî û jîngehî jî hene. Di nav de jî hebûna motorên elektrîkê û bikaranîna sotemeniya neparzûnkirî û nebûna çavdêriyê li ser xwarinê. Her li gorî amarên Nexweşxaneya Beyrûnî rêjeya nexweşên penceşêrê li Cizîrê bûye ji sedî 32, li ser asta Sûriyê. Dermanên nexweşiya penceşêrê niha li Qamişlo tenê li navendeke dermanan hene, lê yên sereke peyda nabin û gelekî buha ne.”
Nexweşên penceşêrê li Qamişlo, dema xwe bi wergirtina dermanên kimyawî, eş, azar û amadekariyên çûna Şamê derbas dikin. Herwiha di heman nexweşiyê de, morala gelek nexweşan bilind e û ew geşbîn in ku dawî bi vê nexweşiyê bê.