Pisporê Kurd bi amûreke bijîşkî xelateke navneteweyî wergirt
Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê Kurd Alan Samrend û tîma wî ya li Zanîngeha Osloyê amûreke nû ya bijîşkî çêdikin û wan ji ber dahênana xwe xelateke navneteweyî wergirt.
Alan Samrendê ku pisporê genetîkê ye, ji Rûdawê re ragihand ku ew li gel tîmeke Zanîngeha Osloyê li ser çêkirina amûreke ji bo pîvandina madeya laktatê dixebitin.
Rêjeya madeya laktatê di encama werzişa dijwar û nexweşiyeke dil de di laş de zêde dibe.
Li gorî gotina Alan Samrend, dahênana wan di asta pratîkî ya taqîgehê de serkeftî bûye û plansazî jê re hatiye kirin ku bibe amûr, lê ew ji Brîtanya, Almanya û Norwêcê li benda sponsoreke guncaw in.
Çima girîng e?
Alan Samrend dibêje, “Ew amûr li zendê tê girêdan, bi rêya xwêdana bin çerm laktatê dipîve û encamê li ser saetekê nîşan dide.
Bi vî awayî di dema werzişê de rêjeya wê madeyê tê zanîn û çavdêrîkirin.
Dema ku rêje bilind bibe, pêwîst e mirov ji werzişê raweste û bêhna xwe vede da ku zerer negihîje masûlkeyan.”
Samrend her wiha ji bo teşxîsa zû ya nexweşiyên dil jî got:
“Eger ev made bilind bibe, ev nîşana wê yekê ye ku masûlkeyên dil têk çûne û îhtimala krîza dil zêde ye.”
Pisporê Kurd da zanîn ku tîma wan ji neh pisporên Zanîngeha Osloyê pêk tê û li benda sponsorekî ne da ku xebata xwe bikin amûr û hilberînin.
Derbarê xelatê de jî wî amaje pê kir ku tîma wan ji aliyê Civata Biyolojiya Sentetîk a Fransayê ve di merasîma "International Genetically Engineered Machine" de li Parîsê xelata zêrîn wergirtiye.
Laktat di kîjan rewşan de bilind dibe?
Li gorî Mayo Clinicê, laktat di van rewşan de bilind dibe:
- Enfeksiyona xwînê (Sepsis)
- Nexweşiyên masûlkeyên dil
- Werzişa dijwar û zêde
- Nexweşiyên kezebê
- Bandorên alî yên hinek dermanan
- Hinek nexweşiyên genetîk