Sedî 90ê qurbaniyên penceşêra pişikê cixarekêş in

04-02-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Penceşêra pişikê yek ji belavtirîn hokarên mirinê ye. Cixarekêşî jî diyartirîn hokara vê nexweşiyê ye. Ji sedî 90ê ji wan kesên bi sedema vî cûreyê penceşêrê dimirin cixarekêş in. Hokareke ya din ya vê nexweşiyê jî nepaqijiya keşûhewayê ye.

Cixare ne tenê bi sedema wan madeyên tê de penceşêrê pêk tîne lê belê dibe sedema jikarxistina pişikê jî! Ew jî bi rêya pûçkirina wan rîçalên dîwarê boriyên nefestandinê ye. Bi sedema cigarekêşiyê tevgera van rîçalan ji kar dikeve û di encamê de madeyên ziyanbexş li nav pişikê dimînin. Bi vî awayî rê ji bo nexweşketina bi çend nexweşiyan vedibe û yek ji wan jî penceşêr e.

Nîşanên wê:

Di destpêkê de dibe ti nîşana wê nebe. Lê ligel pêşketina wê, çend nîşanên wê yên giştî û netaybetmend derdikevin:

-  Kuxikeke ber bi başbûnê ve naçe.

-  Singêş.

-  Xirxira singê û tengnefesî.

-  Belxema bi xwîn.

-  Laşsistî.

Destnîşankirin:

Pirraniya demê xelk pişkinîna pêşdem nakin û tenê dema ku nîşanên penceşêrê derdikevin kesê nexweş serdana bijîjk dike. Di vî warî de jî çareserî zehmet dibe, ji  ber ev penceşêr di laş de belav bibe.

Cûreyên wê

Bi lêgerîna mîkroskopê cûreyên wê cuda dibin. Ew jî li gor cûreyê xaneyên penceşêrê ye. Xaneyên biçûk metirsîdartir in û zû di laş de belav dibin. Cûreyê duyem hêdîtir belav dibe.

Çareserî:

Eger ji cûreyê biçûk be û belav bûbe, bi emeliyatê parçeyekî pişika nexweş tê jêkirin. Bi vî awayî dibe ev kesê nexweş baş bibe û ji penceşêrê rizagar bibe.

Ji hêla din ve eger penceşêr di qonaxa pêşketî de be, lêdana çirûskê û çareseriya kîmyawî temenê kesê nexweş dirêj dike û kalîta jiyana wî baştir dike.

Cixare û penceşêr:

Ew kesên ku cixarekêş in û wekî nexweşê penceşêra pişikê destnîşan dibin, hest dikin ku wan bi destê xwe, xwe nexweş xistiye û dest bi tawanbariya xwe û gazindan dikin. Lewma ku tu cigerekêş bî û ne nexweşketî bî, baştir e ji niha ve ev hestê te pêk bê û demildest dev hu cixarekêşiyê berdî.

Eger tu cixareyê nakişînî, rê nede kesê cixarekêş li nêzîkî te bikişîne. Ji ber li derdora te cixare were kişandin, dibe ku ziyanê bigihîne te jî.

Lêkolînan derxistin holê ku ew kesên hevjînên wan cixarekêş in, egera nexweşketina wan ya bi penceşêra pişikê ji kesên ku hevjînên wan ne cixarekêş in ji sedî 20ê bêhtir e.

Nepaqjiya hewayê û penceşêra pişikê:

Dûyê otombîl, kargeh û pîskarên din yên hewayê jî rê ji bo nexweşketina penceşêra pişikê vedikin. Sedî 5ê haletên mirinê yên ku ji ber sedema penceşêra pişikê rû didin, ji ber vê hokarê ne. 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst