Kîwî dermanê bêxewiyê ye

04-11-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Fêkî bi vîtamînên xwe yên ji bo tenduristaya baş ya ji bo mirovan ji nêz ve tên nasîn. Kîwî jî yek ji van fêkiyan e.

Lê belê di encama lêkolînên nû de derket holê ku kîwî dermanê bêxewiyê ye jî. Pisporan bi armanca bidestxistina encama bandora kîwiyê ya li ser xewê ji kesên beşdarî ceribandinê bûn daxwaz kirin ku çar hefteyan li ser hev pêşiya ku rakevin du kîwiyan bixwin.

Di encamê de diyar bû ku kesên ji kêmxewiyê bi şikayet in karîn rojane 6-7 saetan rakevin. Li gor pisporan sedemê bikêrhatina kîwî ya ji bo xewê ew e ku bi mirovên ji xewê gazindan dikin re stresa oksîdatîf bilind e.

 Ji ber di nava kîwî de madeya antîokîdan heye, ev made li dijî pirsgirêka bêxewiyê ye. Herwiha di nava kîwiyê de madeya folat jî di vî warî bikêr e.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst