Terîfa 'zêrîn' a şota zencefîlê: Pergala parastinê dike pola

Hewlêr (Rûdaw) - Di van rojên ku nexweşiyên wekî sermayê zêde dibin de, xurtkirina pergala parastinê gelekî girîng e.

Pispor, ji bo vê yekê "Şota Zencefîlê" (Ginger Shot) pêşniyar dikin lê sira sereke ya vê terîfê di hûrgiliyekê de veşartî ye ku bandora wê gelekî zêde dike.

Ev terîfa ku wekî "Standarda Zêrîn" tê pênasekirin, ne tenê ava zencefîlê ye; bi saya lêzêdekirina îsota reş û zeytê, madeya "kurkumîn" a di zerdeçalê de ji aliyê laş ve tê mijandin û bandora wê ji sedî 2000 zêde dibe.

Çima ev terîf a herî baş e?

Li gorî pisporan, madeya "kurkumîn" a ku di zerdeçalê de heye, bêyî îsota reş ji aliyê laş ve nayê mijandin.

Her wiha ji ber ku ev vîtamîn di rûn de dihelin, lêzêdekirina dilopek rûn bandora wê qat bi qat zêde dike.

Tiştên pêwîst (Ji bo hefteyekê/500-700 ml):

  • Zencefîla teze: 100-150 gram (Bi qasî du mistan)
  • Zerdeçala teze: Bi qasî 3-4 tiliyan (Eger tune be, kevçiyekî şîraniyê toza zerdeçalê)
  • Lîmon: 2 hebên mezin (Qeşartî)
  • Porteqal: Hebek (Ji bo nermkirina tamê û Vîtamîna C)
  • Îsota reş: Nîv kevçiyê çayê (Baştir e ku nû hatibe hêran)
  • Hingiv: Kevçiyekî xwarinê (Vebijarkî ye, hem antîbiyotîkeke xwezayî ye hem jî tûjiya wê dişikîne)
  • Rûn: Kevçiyekî çayê zeyt an jî rûnê gûzê hindê (Ji bo mijandina vîtamînan şert e)
  • Av: Nîv an jî şerbikek (Ji bo ku di blenderê de baş tevlîhev bibe)

Amadekirin (Gav bi Gav):

1. Qonaxa Amadehiyê:
Zencefîl û zerdeçalan baş bişon. Eger organîk bin, ne hewce ye ku qalikên wan biqeşêrin, tenê cihên reş jê bikin. Eger ne organîk bin, qalikên wan tenik biqeşêrin û hûr bikin. (Hişyarî: Zerdeçala teze rengê zer dide destan, loma lepikan bi kar bînin). Qalikên lîmon û porteqalan biqeşêrin lê hewl bidin ku beşên spî (lîf) li ser bimînin û dendikan derxin.

2. Tevlîhevkirin:
Her tiştî (zencefîl, zerdeçal, lîmon, porteqal, îsota reş, hingiv, rûn û av) bixin blenderê. Di asta herî bilind de 1-2 xulekan bikişînin heta ku tîr dibe.

3. Parzûnkirin:
Ava tîr a jê derket bixin parzûneke ku qulikên wê hûr an jî tûrikekî pak û ava wê derxin. Qalikên mayî neavêjin, hûn dikarin di çayê de bi kar bînin an jî bicemidînin.

4. Veşartin:
Ava ku jê derketiye bixin şûşeyekê û devê wê baş bişidînin.

Çawa tê vexwarin?

Tê pêşniyarkirin ku serê sibehê xwirînî were vexwarin. Kesên ku mîdeya wan hesas e, dikarin 30 xulekan piştî taştê vexwin. Rojane 30-50 ml têrê dike. Ev tevlîheviya "zêrîn" di sarincê de 5 heta 7 rojan teze dimîne.

Ev vexwarin di heman demê de werimandina laş kêm dike, metabolîzmayê lez dike û li hemberî zekemê wekî mertalekê ye.