LÊKOLÎN - Awayê meşê yan hejmara gavan girîng e?

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke nû ya ku li Zanîngeha Ewropî ya Madrîdê hatiye kirin, nîşan dide ku awayê meşê ji hejmara gavan girîngtir e.

Li gorî lêkolînê, ew kesên ku rojane 10 xulekan an jî zêdetir bi awayekî berdewam dimeşin, sûdeke mezintir a tenduristiyê werdigirin.

Lêkoleran nêzîkî 8 salan çavdêriya amarên tenduristiyê yên zêdetirî 33 hezar kesî kir ku rojane kêmtirî 8 hezar gavî diavêtin.

Lêkoleran dît ku rîska nexweşiyên dil û mirina pêşwext a wan kesên ku gavên xwe bi awayekî qutqutî û kurt (kêmtirî 5 xulekan) diavêtin, li gorî wan kesên ku heman hejmara gavan bi meşên dirêjtir û berdewam diavêtin zêdetir bû.

Serpereştê lêkolînê Dr. Borja del Pozo Cruz diyar kir ku berdewamiya di meşê de ji hejmara gavan girîngtir e û anî ziman:

"Ev guherîna hêsan dikare sûdeke mezin bide tenduristiya dil û temendirêjiyê, bi taybetî jî ji bo wan kesên ku kêm dilivin."