Navenda Nûçeyan - Cîgirê Serokê Zanîngeha Pijîşkî ya Kirmaşanê ragihand ku tê texmînkirin li Îranê 80 heya 90 hezar kes tûşî nexweşiya AIDS bûne û ji wê hejmarê nêzîkî 10 hezar kes xelkê parêzgeha Kirmaşanê ne.
Li gora gotina Şekîba, Cîgirê serokê zanîngeha Pijîşkî ya Kirmaşanê, heya niha li Îranê 32 hezar û 670 kesên ku tûşî AIDS bûne hatine tomar kirin û 3 hezar û 512 kes ji parêzgeha Kirmaşanê ne.
Li gora amaran ji sedî 80 kesên tûşî wê nexweşiyê li bajarê Kirmaşanê dijîn.
Her wiha li gora amarên Zanîngeha Pijîşkî ya Kirmaşanê, ji her 10 hezar kesî 3 ji wan tûşî nexweşiya AIDS bûne, lê li Kirmaşan ji her 10 hezar kesî, 12 kes tûşî wê nexweşiyê bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse