Profesorê Kurd berhema 25 salên lêkolîna xwe diyarî Zanîngeha Silêmaniyê kir
Dusseldorf (Rûdaw) - Mamosteyê Koleja Bijîşkiyê yê Zanîngeha Kolnê ya Almanyayê Prof. Dr. Berhem Şewket, berhema lêkolînên xwe yên zanistî yên 25 salan diyarî Zanîngeha Silêmaniyê kir.
Ev berhem ji hezaran dosyeyên bijîşkî yên kêmwêne pêk tê.
Dr. Berhem Şewket ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re axivî û diyar kir ku ev dosye encama keda wî û hevalên wî ya 25 salan a li ser wan terman e ku piştî mirinê diyarî Zanîngeha Kolnê hatine kirin.
"Bihayê wan gelekî giran e"
Prof. Dr. Berhem Şewket da zanîn ku hejmara dosyeyan zêdetirî 4 hezaran e û bihayê wan gelekî giran e û got:
"Mînak, beriya 3-4 salan ji bo 300 dosyeyan daxwaza 43 hezar euroyan kiribûn.
Min biryar da ku ez wan bişînim Kurdistanê da ku xwendekarên bijîşkî, bijîşkiya diranan û veterîneriyê yên li hemû zanîngehên Kurdistanê sûdê jê bibînin. Ez hêvîdar im bi wekhevî werin dabeşkirin."
40 kîlo dosye
Li aliyê din, Mamosteyê Koleja Veterîneriyê ya Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Fereydûn Ebdulsetar jî piştrast kir ku slayd gihiştine destê wan û giraniya wan 40 kîlo ye.
Dr. Fereydûn Ebdulsetar got, "Kalîteya slaydan gelekî bilind e, paqij û saf in. Dê sûdeke wan a mezin ji bo xwendekarên qonaxa duyem a kolejên bijîşkiyê hebe."