Silêmanî (Rûdaw) – Li gorî amarên Wezareta Tendurustiya Herêma Kurdistanê di sala 2016ê de zêdetirî 5 hezar rewşên penceşêrê di nexweşan de hatine tomarkirin.
Pisporên pizîşkiya civakî jî dibêjin pirsgirêka Kurdistanê ew e, ku rênimayên fermî nînin lewma beriya penceşêrê nikarin pişkînînên pêwîst bikin.
Penceşêr çi ye?
Penceşêr bi awayekî ne rêkûpêk geşekirina şaneyên xwînê ye. Wate geşekirineke derveyî xwezaya şaneyên laşê mirov e. Bi penceşêrê tenê karkirina asayî ya lebatan nasekine, herwiha xwe berdide beşên din ên laş û wan jî ligel xwe ji kar dixe.
Pizîşk çi qas zû bi vê nexweşiyê bihesin an jî diyar bikin, ew hinde zû dikarin bi neştergerî yan jî bi dermanên kîmyeyî kontrolê bikin.
Zêdetirî sed curên penceşêrê hene. Di sala 2012ê de li seranserê cîhanê 14.1 milyon nexweşên nû yên penceşêrê hatine tomarkirin. Heman sale 8.2 milyon kes jî ji ber penceşêrê mirin. Li cîhanê herî zêde di zilaman de penceşêra kezebê, prostatê, kolon û mîdeyê peyda dibe. Di jinana de jî herî zêde yê memikan, kolon û malzarokê ne.
Li Başûrê Kurdistanê penceşêr
Sala derbasbûyî li Herêma Kurdistanê 5 hezar û 85 kesan nexweşiya penceşêrê girt. Ji van hezar û 935 kesan li Hewlêrê, 2 hezar û 100 kes li Silêmamnî û Helebceyê û hezar û 50 kes jî li Duhokê bûn.
Li Hewmêrê 894 zilam û hezar û 41 jinan ev nexweşî girtiye. kesyan le regezî mê. Herî zêde miroven temen 60-69 salî penceşêrê digrin lê di div zarokên 10-14 salî de jî penceşêr peyda dibe. Li Hewlêrê sala derbasbûyî 96 zarokan penceşêr girtiye.
Li Silêmanî û Helebceyê ji sedî 50.7ê nexweşan jin in û ji sedî 49.3 jî zilam in. Li van bajêran jî di 6 mehên destpêkê de 65 zarokan penceşêr girtine.
Li Duhokê jî ji nexweşên hatine tomarkirin ji sedî 51 ji wan jin û ji sedî 49 jî zilam in. herwiha temenê zarokên ev nexweşî girtine di navbera 5 û 9 salan de he û bi giştî 78 zarok bûne penceşêr.
Bexda nîvê dermanên penceşêrê naşîne
Çareseriya nexweşiyên penceşêrê û bihayê neştergerî û dermanên wî giran e. Lewma zehmet e, ku hemû nexweş an jî kesûkarên wan bikarin pereyên pêwîst dabîn bikin.
Rêveberê Giştî yê Wezareta Tendurustiyê Dr. Xalis Qadir derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got; “Niha derman mîna berî peyda nabin. Ji ber krîza darayî û zêdebûna hejmara koçberan derman peyda nabe. Herwiha Bexda jî dermanan pir kêm dişîne.”
Li gorî gotina Dr. Xalis Qadir Bexda nîvê dermanên pêwîst jî naşîne û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî zêdetirî van dermanan ji cihên din dabîn dike.
Ji bo teşxîs û pişkînînên pêşwext bername pêwîst e
Doxtorê pispor Ebdulfetah Hewramî dibêje li Kurdistanê siyasetek têrûtesel a tekoşîna li dijî penceşêrê nîne, lewma di berî de nikarin pişkinîn û teşxîsa van nexweşiyan bikin.
Dr. Ebdulfetah Hewramî, ku berpirsê Beşa Lêkolînên Zanistî yê Rêveberiya Giştî ya Tendurustiya Silêmaniyê ye, ji Rûdawê re got; “Li Kurdistanê bernameyekî baş ê hişyarkirina civakî nîne. Ev yek pirsgirêkek mezin e. Rênimayên fermî yên pişkinîn û kontrolên pêşwext nînin.”
Rêjeya rizgarbûna ji vê nexweşiyê bilind bûye
Li seranserê cîhanê her sal roja 4ê Sibatê weke roja Tekoşîna Li Dijî Penceşêrê tê pêşwazîkirin. Rojnameya The Independenta Brîtanî di raporekî de behsa pêşketinên çareseriya pizîşkî ya penceşêrê dike û radigihîne, di salên 1970ê de rêjeya rizgarbûna ji penceşêrê ji sedî 24 bû. Lê di roja me de ev rêje gihiştiye ji sedî 50 yê.
Rojname dibêje niha ji sedî 78ê mirovên penceşêra memikê girtine herî kêm 10 salan dijîn. Herwiha ji sedî 80ê penceşêrên lîmfan û ji sedî 77ê penceşêrên malzarokê jî piştî destnîşankirina nexweşiyê herî kêm 10 salan dijîn.
Serokê berî yê bernameya tekoşîna li dijî penceşêrê yê rêxistina Tendurustiya Cihanê Prof. Karol Sikora dibêje; “Di çend salên pêşiya me de dê wisa be, ku her kesek bikare li gorî nexşeya laşê xwe çareseriya taybet werbigre û bi vî awayî bikare bi hêsanî nexweşiya penceşêrê têk bibe.”
Sikora herwiha dibêje; “Bi vî awayî dê bikarin weke nexweşiyên din ên demdirêj penceşêrê jî bi dermanan çareser bikin. Ev şoreş jî dê 5 heta 10 salên pêşiya mede pêk bê.”
Çend nîşanên penceşêrê:
1- Di laşê mirov de çêbûna girê
2- Bi awayek ne asayî wendakirina xwînê
3- Kuxika demdirêj
4- Guhertina livînên rûvikan, zikçûn an jî qabiziya demdirêj
Sedemên penceşêrê
1- Cigarekişan ji sedî 22 sedemê penceşêrê ye
2- Qelewî ji sedî 10 dibe sedem
3- Xwarinên ne paqij û xwarina ne di demê xwe de
4- Nebûna çalakiyên leşî
5- Alkol
6- Tîrêjên bi ziyan ên rojê
7- Pîsbûna jîngehê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse