Xwendekarekî Zanîngeha Raperînê şaşiya di pirtûkeke navneteweyî ya bijîşkiyê de rast kir

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarekî beşa perestariyê ya Zanîngeha Raperînê di pirtûkeke navneteweyî ya bijîşkiyê de şaşiyek dît û piştî ku pêşniyara wî hat nirxandin, di çapa nû ya pirtûkê de ew şaşî hat rastkirin.

Jîwar Hesen xwendekarê pola sêyan ê beşa perestariyê ya Zanîngeha Raperînê ye û wî şaşiyeke zanistî di beşa 33yan a pirtûka Lewis’s Medical-Surgical Nursing Eleventh Edition a taybet bi warê perestariyê de dîtiye.

Xwendekarê perestariyê Jîwar Hesen da zanîn:

“Di pirtûkê de hatibû nivîsandin ku ti pêwendiya dermanên Fibric acid derivative bi rûnê LDLyê re nîne lê di rastiyê de wê kêm dike.”

Fibric acid derivative komek dermanan li xwe digire ku rola wan di kêmkirina rûnê triglyceride û zêdekirina rûnê sûdmend de heye ku wekî HDL tê naskirin.

Jîwar Hesen ji Rûdawê re diyar kir ku ji aliyê Saziya Elsevierê ve spasiya wî hatiye kirin ku mafê weşandina pirtûkê yê wê saziyê ye.

Di nameya yekem de Jîwar Hesen şaşiya di pirtûkê de ji saziyê re şandiye.

Di nameya duyem de saziyê bersiv daye û pêşniyara Jîwar Hesen nirxandiye û daxwaza beş û çapa ku şaşî tê de ye kiriye.

Piştre Jîwar Hesen ji wan re şandiye û di nameya dawî de saziyê destxweşî li wî kiriye û rastkirina şaşiyê nîşanî wî daye, heta screenshota wê beşa ku hatiye sererastkirin jî ji Jîwar Hesen re şandiye.

Zanîngeha Raperînê li navçeya Ranyeyê ya parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ye.