Heyva Sor a Kurdî: Rêxistinên navdewletî alîkariya me nakin

Hewlêr (Rûdaw) - Heyva Sor a Kurdî li bajarê Hesekê ragihand ku rewşa koçberên ji ber êrîşa Tirkiyê û grupên çekdar ên girêdayî wê, hatine bajarê Hesekê û navçeyên wê metirsîdar e.

Berpirsê Heyva Sor a Kurdî li Hesekê Ciwan Seîd ragihand ku rêxistinên navnetewî yên alîkariya mirov alîkariya pêwîst nadin, lê ew hewil didin bi derfetên xwe yên kêm alîkariya koçberan bikin.

Ciwan Seîd ji medya xwecihî re da zanîn ku niha kilînîkên tendirustiyê yên gerok bo dibistanên Hesekê û gundên wê ku koçber lê bicîh bûne amede dikin.

Derbarê kilînîkên tendirustiyê de Seîd got: "Ev kilînîk dê rewşa koçberan bişopînin. Herwiha em amadekariya avakirina  navendeke tendirustiyê bo kampa nû ya Waşûkanî ku bo koçberan hatiye avakirin dikin."

Seîd da zanîn ku niha ligel nexweşxaneyan di peywendiyê de ne daku alîkariya kesên nexweş bikin.

Ji ber êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdisanê û bakurê rojhilatê Sûriyê nêzîkî 300 hezar kes ji bajarên Serê Kaniyê,  Girê Spî û navçeyên wan derbider bûn. Beşek ji wan niha li dibistanên bajarê Hesekê û gundên wê bicîh bûne.