Li Îraqê skandala mohrên sexte: Dermanên dil û penceşêrê jî difirotin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Deriyê Sînorî yê Tirêbilê yê Îraqê dest bi ser 240 mohrên dermanan de hat girtin.
Hewl dihat dayîn ku bi rêya wan mohran dermanên xwemalî wekî dermanên markayên cîhanî bên nîşandan.
Berdevkê Desteya Deriyên Sînorî yên Îraqê Elaedîn Qeysî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:
"Birêvebiriya Deriyê Sînorî yê Tirêbilê bi hevkariya gumrikê û fermangehên piştgiriyê, doh şofêrekî taksiyê desteser kir."
Qeysî diyar kir ku çenteyekî seferê bi şofêr re hebûye û tê de 240 mohrên ku navên şirketên cuda yên dermanan li ser bûn hatine dîtin.
Deriyê Sînorî yê Tirêbilê li parêzgeha Enbarê ye û deriyê di navbera Îraq û Urdinê de ye.
Elaedîn Qeysî her wiha anî ziman:
"Mohr bi rêya posteyê ji nivîsgeheke geştyariyê re hatibûn şandin."
Qeysî da zanîn ku destûra wan a Wezareta Tenduristiyê ya Îraqê tunebû.
Elaedîn Qeysî amaje pê kir, şofêrê Îraqî li gel otomobîl û kel û pelên ku dest bi ser de hatiye girtin sewqî Navenda Polîsan a Gumrika Tirêbilê hatiye kirin.
Ev yek ji bo wê hat kirin da ku dosye ji dozgerê lêkolînê yê navçeya Rutbayê re bê şandin û kar û barên yasayî werin kirin.
Elaedîn Qeysî rave kir:
"Ew mohr ji bo wê yekê tên bikaranîn ku mohra markayên şirketên cîhanî li dermanên xwemalî bidin.
Her wiha ji bo ku dermanên qedexe û bêdestûr ên Wezareta Tenduristiyê bifiroşin bi kar tînin ku ev jî metirsiyeke mezin li ser tenduristiya nexweşan çêdike.
Ew mohr li dermanên cuda tên xistin, di nav wan de dermanên penceşêrê, dil û tansiyona bilind jî hene."