Îlam (Rûdaw) – Li herêma Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê nexweşiya bîrovê roj bi roj zêde dibe û îsal bi qasî %60 ji par zêdetir belav bûye.
Li bajarên Mêhran, Dêhloranê û Avdananê yên Îlamê, bi germbûna hewayê re nexweşiya bîrovê jî zêde dibe.
Li gorî malpera Mehrnews a îranî, îsal nexweşiya bîrovê li Avdananê li gorî par %60 zêde bûye.
Rêveberê navenda tenduristiyê ya Avdananê, Hidayet Heyderîzade diyar kir ku nexweşiya bîrovê roj bi roj zêde dibe û gihîştiye asteke kirîtîk.
Hidayet Heyderîzade da zanîn ku sala 2013ê li Avdananê 22 kes bi nexweşiya bîrovê ketibûn, par 43 û îsal jî tenê di heyama çend mehên borî de 23 kes bi wê nexweşiyê ketine.
Wî rayedarê parêzgeha Îlamê anî ziman ku divê pêşiya belavbûna wê nexweşiyê were girtin. Ji bo wê yekê jî divê zibil û ava pîs 10 km derveyî bajêr bê rijandin, derdor bên dermankirin û kûçikên har jî bên jinavbirin.
Nexweşiya bîrovê ji ber pîsbûnê û bi rêya pêşiyan derbasî mirovan dibe, herî zêde jî zarok bi wê nexweşiyê dikevin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse