DUHOK - Tîmeke Îtalî peristarên nexweşxaneya zarokan perwerde dike

Duhok (Rûdaw) – Tîmeke pizîşkên Îtalî li Duhokê pizîşk û peristarên Nexweşxaneya Hêvî ya Zarokan perwerde dike, bi awayekî waneyî û pratîkî wan fêrî karên wan dike.

 

Nexweşxaneya Hêvî ya Zarokan di beşa çavdêriya sift de li gor standardên Ewropî, çavdêriya zêdetirî 450 zarokên sala 2018an kiriye, rojane pişkinîn ji aliyê pizîşkên pispor ve ji bo zarokan têne kirin.

 

Rêveberê Nexweşxaneya Hêvî ya Zarokan Dr. Nizar Bekir ragihand ku hinek projeyên stratejîk di nav Nexweşxaneya Hêvî de hatine çêkirin, ji wan; çavdêriya sift û çavdêriya sift a ji bo zarokên nû hatine dinyayê, ku berî niha ev beş ne li Kurdistanê û ne jî li Iraqê tinebû, tîmên herdu beşan gelek baş hatine rahênankirin.

 

Bi hevkariya rêxistineke Îtalî ya tendirustiyê, çar sal in tîmeke Îtalî rahênanê li pizîşk û peristarên Nexweşxaneya Hêvî ya Zarokan dike û heta 2021an dê berdewam bibe.

 

Serkeftina vê sîstemê li nexweşxaneya zarokan, rê da ku Rêveberiya Giştî ya Tendirustiyê ya Duhokê li du nexweşxaneyên din jî dest bi cîbicîkirina wê sîstemê bike.

 

Beşa çavdêriya sift li Nexweşxaneya Hêvî ya Zarokan di Tîrmeha 2017an de hatiye vekirin û kariye rêjeya mirina zarokan %30 kêm bike.