Almanyayê firotina vexwarinên enerjiyê ya ji zarokan re qedexe kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Almanyayê firotina vexwarinên enerjiyê ji kesên di bin 16 saliyê re qedexe kir.

Nûçegihanê Rûdawê Mey Dostê ragihand ku li Almanyayê li ser vexwarinên enerjiyê ji bo kesên mezin jî hişyariyên tund hatine dayîn.

Li gorî rapirsiyekê, li Almanyayê ji sedî 68ê ciwanan vexwarinên enerjiyê vedixwin.

Ji sedî 12ê wan jî di nava hefteyekê de 7 lîtreyan vedixwin ku ev jî rojane dike lîtreyek.

Ciwanekî ji Hewlêrê jî anî ziman ku ew rojane çend caran vexwarinên enerjiyê vedixwe û bi 500 dînarên Îraqî dikire.

Brîtanyayê jî 5ê meha borî firotina vexwarinên enerjiyê ya ji zarokan re qedexe kiribû.

Li gorî hikûmeta Brîtanyayê, sêyeka zarokên 13 heta 16 salî her hefte herî kêm vexwarineke enerjiyê vedixwin û salane nêzîkî hezar zarok rojane qutiyek vexwarina enerjiyê vedixwin.