Pisporê mêjî û demaran: Kîwî ji bo têrxewbûnê dibe alîkar
Hewlêr (Rûdaw) - Dr. Ehmed Kawe ragihand ku xwarina kîwiyê ya du saetan beriya xewê kalîteya xewê baştir dike û wisa dike ku mirov têr xew bibe.
Ev yek jî dibe ku ji ber madeyên wekî serotonîn, melatonîn û antîoksîdanan be ku aramiyê didin û xewê birêkûpêk dikin.
Pisporê nexweşiyên mêjî û demaran Dr. Ehmed Kawe anî ziman:
"Serotonîn û melatonîna di nav kîwiyê de ji bo baştirkirina xewê û birêkxistina çerxa xewê dibin alîkar."
Ehmed Kawe her wiha li ser antîoksîdanên di nav kîwiyê yên wekî flavonoîd, karotenoîd û antosîyanînê de got ku ew di kêmkirina zexta li ser hucreyan de dibin alîkar û ev yek zehmetî û bêserûberiya xewê kêm dike.
Kawe amaje pê kir, lêkolînan selimandiye ku ev fêkî dibe ku kalîteya xewê baştir bike û alîkariya mirovan bike ku baştir bikevin xeweke kûr.