DIHOK - Bijîşkên Îtalyayî bi piştgiriya Nêçîrvan Barzanî zarokan tedawî dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Tîmeke bijîşkên Îtalyayî bi piştgiriya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hevkariya Rêxistina Hêviyê li Dihokê ji bo bi dehan zarokên emeliyatên dil dike.
Bijîşkekî Îtalyayî yê di nav tîmê de dibêje, ew dê zarokan bêçare nehêlin.
Eger tîma Îtalyayî pêşniyar bike ku zarokek ji bo dermankirinê biçe Îtalyayê, ew dê were şandin.
Tîma bijîşkî ya Îtalyayî dê hefteyekê li Herêma Kurdistanê bimîne û nexweşên dil derman bike.
Bi dehan nexweş hatine tomarkirin
Berpirsê Ragihandinê yê Rêxistina Hêviyê Dr. Mihemed Mehmûd di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re got:
"Lêçûnên pêwîst û yên kesûkarên zarokên ku em wan dişînin Îtalyayê belaş in.
Me wekî Rêxistina Hêvî di nava 20 salan de 321 nexweşên dil şandine Îtalyayê."
Dr. Mihemed Mehmûd diyar kir ku tîm li Nexweşxaneya Perwerdeyê ya Azadiyê ya Dihokê ye û got:
"Pisporî û şiyanên mirovî yên vê nexweşxaneyê gelekî baş in lê ji bo emeliyatên taybet hîn jî pêdivî bi pisporiya hûrgelî heye."
Li gorî amaran, ji sala borî heta niha 627 zarok ji bo dermankirin û pişkinînê ji aliyê vê tîma Îtalyayî ve hatine tomarkirin û ji bo zêdetirî 11 hezar zarokan daxwaz hatiye kirin.
Nexweşiya herî zêde: Qulbûna dil
Pisporê Çavdêriya Hûr Dr. Riccardo Moschettiyê ku endamê tîma Îtalyayî ye dibêje:
"Giring e ku hemû zarokên nexweşên dil ên li Herêma Kurdistanê werin dermankirin."
Moschetti eşkere kir ku nexweşiya herî zêde ya ku wan dîtiye qulbûna dil a jidayikbûnê bûye ku bi navê VSD tê naskirin.
Moschetti her wiha da zanîn ku ew wekî tîm hevkariya tam a bijîşkên Herêma Kurdistanê dikin da ku pisporiya xwe bi wan re parve bikin.
Tîma Îtalyayî dê hefteyekê li Dihokê bimîne
Birêvebirê Giştî yê Tenduristiya Dihokê Dr. Efrasyab Mûsa ji Rûdawê re ragihand, tîma ku li Navenda Nexweşiyên Dil a Azadiyê yê ji pisporên emeliyata dil, anestezî û çavdêriya hûr pêk tê.
Ew dê hefteyekê gelek pişkinîn û emeliyatên dil ji bo zarokên nexweş bikin.
Dr. Efrasyab Mûsa her wiha got, pişkinîn ji pişkinîna xwînê, hêlkariya dil û pişkinîna fîzîkî pêk tên û piştre jî piraniya emeliyatan bi rêya anjiyoyê tên kirin.
Rêxistina Hêvî û piştgiriya Nêçîrvan Barzanî
Gihîştina tîmê di çarçoveya projeyeke taybet de ye ku ji bo bihêzkirina pergala tenduristiyê ya li Herêma Kurdistanê bi rêya hevkariya di navbera Rêxistina Hêviyê, Rêxistina SIAyê û Nexweşxaneya Giannina Gasliniyê ya li Îtalyayê ye.
Rêxistina Hêviyê 2005an hatiye damezrandin û ji aliyê Beşa Tenduristiyê ya Nivîsgeha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve tê birêvebirin.
Emeliyat û lêçûnên tîma Îtalyayî gelekî zêde ne lê hemû belaş tên kirin.
Rêxistina Hêviyê dibêje, 2024an zêdetirî 227 hezar zarokên ku nexweşiyên wan ên dil ên jidayikbûnê hebûn, sûd ji projeyên wan ên dermankirinê wergirtiye.
Li gorî amarên Rêxistina Hêviyê, 2024an ji bo 20 hezar û 807 kesan dermankirina siruştî hatiye dabînkirin ku nexweşiyên wekî felc û têkçûna tevgerê hebûn.
Rêxistinê heta niha li Herêma Kurdistan û Îraqê zêdetirî 2 milyon û 503 hezar nexweş derman kirine.
Rêxistinê her wiha 547 nexweş ji bo wergirtina dermankirinê şandine Îtalyayê.