Hejmara qurbaniyên vîrûsa Koronayê gihîşte 1110 kesan
Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Tendirustî ya herêma Hubey a Çînê ragihand, 94 kesên din bi sedema vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û bi mirina wan kesan, hejmara kesên ku ji ber vê vîrûsê li seranserê Çînê canê xwe ji dest dane, gihîşte 1110 kesan.
Her heman komîsyonê diyar kirin, ku 1638 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û hejmara kesên vi vîrûsê ketine, ji 45000 kesan derbas bûye.
Li aliyekê din, Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO), duh Sêşemê di civîna xwe de navekî nû ji vîrûsa Koronayê re diyar kir û navê COVID-19 li vê vîrûsê kir.
Vîrûsa Koronaya, COVID-19 vîrûseke nû û metirsîdar e ku ji kesekî bo kesekî din an jî ji ajelan ve bo mirov tê veguhastin. Ji ber vê vîrûsê pirsgirêk di bêhndana mirovan de çê dibe. Kuxika dijwar, taya bihêz û bêhndana bi zehmet, ji nîşanên serekî yên vê nexweşiyê ne.
Korona bi hin corên vîrûsan tê gotin ku di kategoriyekê de tên rêzbendîkirin û heta niha 7 corên vê vîrûsê li cîhanê hatine naskirin. Bo yekemîn car ev vîrus ji salên 1960 ve hat dîtin, lê ev cora nû ya vîrûsa Koronayê di rojên dawiya sala bihê de li Çînê derket û heta niha bi awayekê bilez belav dibe.
Li aliyekê din hikûmeta Çînê di nameyekê de daxwaz ji karkerên kêlgehan û kargehan kir, ku vegerin ser karên xwe.
Pispor û pizîşkên cîhanî dibêjin, heta niha ti derman û vaksîneke dijî vîrûsa Koronayê nîne û hewldanên ji bo dîtina vaksîna vê vîrûsê herî kêm pêwîstî bi 6 mehan heta salekê heye, lewma baştirîn rê û pêngava li dijî Koronayê, xweparastin û bikaranîna maskeyan û zû bi zû şuştina destan e.
Ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê û hewlên xelkê ji bo xweparastina ji vîrûsê, niha Çîn maskeyên pizîşkî ji welatên din dikire, ew yek di demekê de ye ku berî belavbûna vîrûsa Koronayê, Çînê bixwe ew masek difirotin cîhanê.
Her ji ber vê yekê ve Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê, bi biryarkê hinardekirina maskeyan ji Kurdistanê ve bo derve qedexe kir.
Vîrûsa Koronayê ku ji du mehan berî niha ve li Çînê peyda bûye, bi leziyeke zêde li Çînê û cîhanê belav dibe. Li gor amarên dawî ku Rêxistina Tendirustî ya Cîhanê (WHO) û Komîteya Niştimanî ya Tendirustiyê ya Çînê ragihandine, heta niha zêdetir ji 45000 kesan bi vîrûsê ketine û hejmara kesên ku bi sedema vê vîrûsê canê xwe ji dest dane, ji 1100 kesan derbas bûye.