Tom Hanks tûşî Koronayê bû
Hewlêr (Rûdaw) – Aktorê Amerîkî Tom Hanks ragihand ku ew û hevjîna wî Rita Wilson tûşî nexweşiya vîrûsa koronaya nû (Covid-19) bûne.
Lîstikvanê Hollywoodê Tom Hanks ku temenê wî 63 salî ye, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku li Awustralyayê testa vîrûsa koronaya nû ya wî û hevjîna wî pozitîf bûye.
Tom Hanks da zanîn ku piştê gumana nexweşiya koronayê li ser pêşniyara bijîşkan testa Covid-19ê kiriye.
Hanks herwiha eşkere kir ku ew û hevjîna wî dê ji ber vîrûsê werin karentînekirin.
Hat zanîn ku Tom Hanks û hevjîna xwe ji bo tomarkirina dîmenên fîlma derbarê jiyana Elvis Presley de li Awustralyayê bûne.
— Tom Hanks (@tomhanks) March 12, 2020