Gelo hantavîrus li ser mirovan gef e?
Hewlêr (Rûdaw) – WHOyê derbarê metirsiya belavbûna hantavîrusê got, “Ev ne destpêka pandemiyeke nû ye.”
Li keştiya geştyariyê ya bi navê MV Hondiusê ya Holendayê vîruseke kêmpeyda ya bi navê Hantayê belav bû.
Ev keştî ji Arjantînê bi rê ketibû û piştre li Tenerife ya Giravên Kanaryayê ya Spanyayê hatibû tehliyekirin
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li ser pêketiyên hantavîrusê daxuyaniyek da.
Vê vîrusê van rojên dawiyê cihê xwe di rojeva cîhanê de girtiye.
WHOyê ragihand ku rewşa heyî wekî "destpêka pandemiyeke nû" nayê nirxandin.
Rêxistinê ragihand ku vîrus bi hêsanî belav nabe lê ew kesên ku têkiliya wan bi nexweşan re heye ji nêz ve tên şopandin.
Ewil li Amerîkaya Başûr derketiye
Li gorî WHOyê, îhtimal heye ku nexweşê ewil ê hantavîrusê di dema mana xwe ya li Arjantîn û Şîliyê de bi rêya jîngehê bi wê nexweşiyê ketiye.
Tê pêşbînîkirin ku di dema xebatên çavdêriya çûkan de rastî kojeran hatibe.
Saziyê eşkere kir ku li ser îhtimala virûs ji kesekî derbasî kesekî din bibe di keştiyê de lêkolîn tê kirin.
Her wiha analîzên vîrusê û lêkolînên epîdemiyolojîk didomin.
Hat diyarkirin, dibe ku vîrus bi cureyê Andesê re pêwendîdar be û dê bi nimûneyên li Arjantîn, Şîlî û Uruguayê re bê berawirdkirin.
WHO: Hantavîrus bi hêsanî belav nabe
Di daxuyaniya WHOyê de hat destnîşankirin ku li gorî ezmûnên paşerojê, hantavîrus di nav mirovan de bi hêsanî belav nabe.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev yek wekî Covid-19ê ne destpêka pandemiyeke nû ye.
Tiştê ku em derbarê hantavîrusê de dizanin ew e ku bi hêsanî belav nabe."
Saziyê anî zimên ku beriya girtina tedbîrên karantînayê dibe di nav kesên ku rûbirûyî vîrusê bûne de pêketiyên nû werin dîtin.
Lê tê pêşbînîkirin ku îzolasyona bilez û şopandina kesên temasdar rîska belavbûnê kêm bikin.
Ji bo rêwiyan hişyariya 42 rojan
WHOyê destnîşan kir ku divê tenduristiya rêwiyên di keştiyê de û kesên ku têkiliya wan pê re çêbûye 42 rojan were şopandin.
Hat xwestin ku nîşaneyên wekî serêş, gêjbûn, lerzîn, ta, êşa masûlkeyan, vereşîn, zikçûn û zikêşê ji nêzîk ve werin şopandin.
Her wiha bangî kesên ku nîşaneyên nexweşiyên bêhngirtinê bi wan re hene hat kirin ku maskeyan bi kar bînin û xwe îzole bikin.
Li keştiya MV Hondiusê çi qewimîbû?
Keştiya rêwiyan a luks MV Hondius a bi alaya Holendayê 1ê Nîsanê ji Bendera Ushuaiayê ya Arjantînê bi rê ket.
Di keştiyê de mirina ewil 11ê Nîsanê hat qeydkirin. Pişt re di rêwiyên din de jî nîşan derketin.
WHOyê 2yê Gulanê ragihand ku di keştiyê de pêketiyên hantavîrusê hatine tespîtkirin.
Bi mirina rêwiyekî Alman re hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest daye derket 3yan.
Piştî ku Giravên Cape Verdeyê destûr neda keştî nêzîk bibe, di encama hevdîtinên di navbera WHO û Spanyayê de biryar hat dayîn ku rêwî li Tenerife werin tehliyekirin.
Paşê hat eşkerekirin ku testa rêwiyekî Fransî û yekî Amerîkî yên ku vegeriyane welatên xwe jî pozîtîf derketiye.
Hantavîrus çi ye?
Hantavîrus wekî vîruseke ku bi piranî ji kojeran (ajelên mîna kîvroş, jûjî, mişk) derbasî mirovan dibe tê naskirin.
Vîrus bi bêhngirtina hewaya ku mîz, pîsî yan jî lîka kojeran tevlê bûye dikare derbas bibe.
Nexweşî bi nîşaneyên wekî ta, westiyan û êşa masûlkeyan dest pê dike.
Di hinek pêketiyan de dikare bibe sedema têkçûna pişikê, xwînrêjiya navxweyî û têkçûna gurçikan.
Vîrus çawa derbas dibe?
- Temasa rasterast a bi mîz, pîsatî û tifa mişkan re.
- Tevlîbûna paşmayên mişkan a nav xwarin û ava mirovan.
- Temasa bi kesên ku bi vîrusê ketine re.
- Destlêdana wan derên ku paşmayên mişkan lê ne û paşê birina destan a ber bi dev û poz ve.
Nîşaneyên Hantavîrusê çi ne?
Destpêkê:
- Ta û lerzîn.
- Êşa serî.
- Êşa masûlkeyan û bêhêzî.
- Êşa piştê û êşa lingan.
- Dilrabûn û vereşîn.
- Westiyan.
Di qonaxa giran de:
- Bêhntengî.
- Kombûna şileya di pişikan de.
- Daketina tansiyonê.
- Lêdana bilez a dil.
- Sistbûna gurçikan.
- Heke neyê dermankirin, dibe sedema mirinê.
Dermankirin û parastin
Heta niha ti dermanên diyarkirî nînin lê tenê dermanên ji bo kêmkirina nîşaneyan û xurtkirina pergala parastina laş tên bikaranîn.
Nexweş ji bo rizgarkirina jiyana xwe di bin çavdêriya hûr de tên girtin.
Ji bo parastinê divê mirov bala xwe bide van xalan:
- Paqijkirina cihê mayînê û cihê amadekirina xwarinê.
- Destlênedana wan derên ku paşmayên mişkan lê ne.
- Bikaranîna maskeyan a dema paqijiya cihên girtî û kuncikan.
- Bikaranîna paqijkerên kîmyewî yên guncaw ji bo paqijkirina paşmayên mişkan.
- Girtina tedbîrên ji bo kêmkirin û jinavbirina mişkan a li mal û cihên kar.