6 sedemên çêbûna kizirokên çermê
Hewlêr (Rûdaw) – Hindek caran dema mirov ji xew radibe dibîne ku pirzikek an jî gelek xişrok li ser canê mirov peyda bûne û çerm kiziriye. Dema mirov hizir dike nayê bîra mirov ku ti derbeyek an jî janek ji wê perçeyê canê xwe kişandibe.
Pisporên malperên Prevention û Men’s Health ên amerîkî dibêjin, gelek caran tiştên wiha çêdibin û pêwîst nake mirov xwe nîgeran bike.
Pispor mînak û sedemên pirzikan jî wiha rêz dikin:
1- Bikaranîna dermanên giya û temamkerên xwarinê:
Beşek ji wan temamkerên xwarinan ên weke sîr, zencefîl û rûnê masiyan, xelet e ku bêyî agahdariya pizîşkan werin xwarin. Ji ber ku ne merc e ev xwarin li gel pêkhateya laşê mirov bigunce. Herwiha dibe hinek têkelên van dermanan ji bo mebestên din jî werin xwarin.
2- Kêmbûna hinek regezên xwarinan di laş de:
Kêmbûna vîtamîn C yan K dibe sedema kizirîn û xişrokan. Pisporên amerîkî dibêjin kêmbûna vitamin û kanzayan di wan kesan de peyda dibe ku xwarina wan pircure û pirreng nîne û tenê çend curên diyarkirî yên xwarinan dixwin.
3- Dermanên dijî xemwariyê:
Beşek ji dermanên dijî xemxwariyê bandorê li xaneyên xwîna mirov dikin, karê wan xaneyan jî rêkxistina meyîn û nemeyîna xwînê ye. Lewma têkçûna karên wan dibe sedema têkçûna karkirina wan û bi vî awayî xwîn bi awayeke kizirk û pirzikan xwe di laşê mirov de dide der.
4- Temen mezinî:
Li gel zêdebûna temenê mirov mûlûlên xwînê hêz û nermaya xwe wenda dikin û bi hêsanî diteqin. Teqîna wan mûlûleyan dibe sedem ku xwîn bikeve nav naxeyên çermî û paşî derketina pirzikan. Herwiha çermê kesên pîr û kal tenik e û hêza parastina ji rûnbûnê wenda dike. Ev jî dihêlê bi hêsanî derbe li mûlûleyên çermî bikeve û biteqin.
5- Dermanên xwînê:
Hinek dermanên dijî tîrbûna xwenî ku li hember pêşîgirtina krîza dil û mejî tên bikaranîn herwiha hindek dermanên li dijî êşê yên wek profîn û voltarîn ku astengiyê li hember meyîna xwînê çêdkin hindek caran dibin sedema bixwînbûna mûlûleyên çerm û derketina kanî xwênî pêst û derketina xişrokan.
6- Nexweşiya ceger:
Ceger berpirsê çêkirina çendîn madeyan e ku karê wan rêkxistina meyîna xwînê ye. Lewma nexweşketina ceger astengî dixe pêşiya çêbûna wan madeyan. Ji ber vê yekê jî proseya meyîna xwînê têk diçê û hêsanitir xwîn ji mûlûleyên çermê derdikevin.
Çareseriyên hêsan:
Ji bo başbûna pirzikên çermê herî kêm 2 hefte pêwîst in. Di vê heyamê de rengê çerm diguhere û yan şîn an jî mor dibe. Di destpêkê de dema mirov hest bi van xişrokan kir, dikare ji bo 10 xulekan cemed an jî bûzê dayne ser. Ev yek jî dibe sedema kirijbûna mûlûleyan û kembûna xwînderdanê, ev yek jî nahêle kizirîn zêde mezin bibe.
Çi demê serdana pizîşk bikin?
Eger kizirîn 2 heftiyan berdewam bike û qet rengê xwe neguhere, divê mirov serdana pizîşkekê bike da ku sedema vê yekê bizane. Herwiha eger hevdem li gel kizirikan nîşaneyên din ên weke bilindbûna ta û germa laşî, guhertina daxwaza xwrinê û wendakirina kêşê, dîsa pêwîste mirov li gel pizîşkê xwe bişêwire.