UNICEF hişyariyê dide: ‘Di nava zarok û ciwanan de qelewî zêde bûye’

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hişyarî da ku qelewî di nava zarok û ciwanan de bi awayekî metirsîdar zêde dibe.

UNICEFê da zanîn ku di navbera salên 2000 û 2022yan de hejmara kesên di navbera 5 û 19 salî de ku qelew in ji 194 milyonan derketiye 391 milyonan û hema hema bûye du qat.

Pispora Xwirekê ya UNICEFê Katrin Schatzê got:

"Ji her deh zarokan yek ji ber qelewiyê dinale.

Ji her pênc zarokan jî giraniya yekî ji wan zêde ye."

Neteweyên Yekbûyî sedemên sereke yên qelewbûnê bi xwarinên nebaş ên wekî xwarinên amade (fast food) û xwarinên ku gelek şekir, xwê û rûn di nava wan de hene ve girê dide.

UNICEFê her wiha nêrîna ku dibêje tenê werziş dikare bandora xwarinên netendurist ji holê rake, red dike.

Ajans tekez dike ku werziş bi tena serê xwe nikare metirsiyên tenduristiyê yên demdirêj ên ku ji ber xwarinên bi şekir, xwê û rûn zêde çêdibin, telafî bike.

Katrin Schatzê her wiha anî ziman:

"Ya herî girîng ew e ku hikûmet ji bo birêkûpêkkirina berhem û karên kompanyayan yasayên bi bandor derxin.

Divê tedbîrên wekî nivîsandina pêkhateyên xwirekê li ser berheman, sînordarkirina reklaman, sepandina bacan li ser vexwarinên bişekir û bi awayekî berçav baştirkirina kalîteya xwarinên li dibistanan bên wergirtin."

UNICEF di heman demê de kompanyayên hilberînerên xwarinê bi wê yekê tohmetbar kir ku ew bi belavkirina xwarinên proseskirî krîzeke tenduristiyê ya cîhanî çêdikin.

Ji aliyê aborî ve jî qelewbûn barekî giran datîne ser welatan.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, tê pêşbînîkirin ku heta sala 2035an lêçûnên cîhanî yên ji ber qelewiyê dê 4 trilyon dolarî derbas bikin.