Hevya Sor a Kurdî li Rojava: Heta niha 90 sivîl bûne qurbanî
Hewlêr (Rûdaw) - Endama Civata Kargêrî ya Heyva Sor a Kurdî li Rojavayê Kurdistanê Êva Ehmed Elî amarên sivîlên di êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê de canê xwe ji dest dane û birîndar bûne eşkere kir û da zanîn ku 34 kesên sivîl canê xwe ji dest danê û 56 kes jî birîndar bûne.
Endama Civata Kargêrî ya Heyva Sor a Kurdî li Rojavayê Kurdistanê Êva Ehmed Elî beşdarî bûltena Rûdawê bû ragihand, ku heta niha 34 kesên sivîl ji ber êrîşên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane û 56 kes jî birîndar bûne ku jin û zarok di nav wan de hene.
Êva Ehmed Elî herwiha eşkere kir, ku navendên Heyva Sora Kurdî li Serêkaniyê û Girêspî bûne armanc û du karmendên wan jî birîndar bûne.
Endama Civata Kargêrî ya Heyva Sor a Kurdî li Rojavayê dibêje: “Li Serê Kaniyê û Girê Spî rewş gelek dijwar e. Li Serê Kaniyên navendên Heyva Sor a Kurdî jî bûne armancên êrişan û 2 karmendên me jî birîndar bûn. Ji ber êrişan me nikarin xwe bigihejin birîndaran.”
Derbarê pêwîstiyên bijîşkî de jî Êva Ehmed Elî wiha wiha axivî: “Ji bo birîndaran pêwîstî bi xwînê heye. Me 34 ambûlansên xwe weke Heyva Sor şandine deverên sînor lê hejmara wan têra me nakin. Pêwîstî bi ambûlansan heye. Herwih pêwîstiya me bi dermanan hene. Em dixwazin birîndar li Başûrê Kurdistanê bêne dermakirin.”