Tûşî nexweşiyeke giran bûye: Xwîn ji çavên wê tê
Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê ev du sal e, nexweşiyek kêmtêdîtin welatiya bi navê Dîlan Nazim girtiye û roj bi roj rewşa wê ya tendirustî xirabtir dibe. Rojane çend caran xwîn ji dev, difin, guh û çavên wê tê û heta niha bijîşkan çareyek jê re nedîtine.
Dîlan Nazim (26) berî şeş salan ligel Rêbîn Hûrîmizyar zewicî û niha 3 zarokên wan hene. Rêbîn dibêje di despêka 4 sal zewaca wan de ti pirsgirêkên hevjîna wî nebûn.
Rêbîn Hûrîmizyar diyar kir ku ev nêzîkî du salan e nexweşiyek kêmtêdîtin hevjîna wî girtiye û wiha pê de çû: “Di destpêkê de xwîn ji difina wê hat. Me got ew tiştek asayî ye. Di mehê de carek an du caran xwîn ji difina wê dihat, lê piştre rewşa wê xirabtir bû vê carê xwîn ji dev, guh û çavên wê jî hat.”
Bi gotina hevjînê Dîlanê roj bi roj rewşa tendirustî ya Dîlan xirabtir dibe. Rêbîn Hûrîmizyar dibêje: “Her sibê rû û çavên wê di nav xwînê de hişyar dibe. Carna serêşeke tund wê digire û nefesa wê teng dibe. Ji ber vê yekê derûniya wê jî têk çûye.”
Pirsgirêka din a Dîlan Nazim ew e ku heger hevjîna wê tûşî nexweşiyeke din bibe bijîşk nawêrin derman bike, çimkî bi gotina wan dibe ku derman rewşa Dîlanê xirabtir bike.
Li Kurdistanê çareserî nîne
Rêbîn Hûrîmizyar da zanîn ku li Herêma Kurdistanê bijîşkek nemaya ew ji bo dermankirina Dîlanê neçûbûm cem û got: “Em berê du mehan çûn Îranê. Li wê derê jî ti çareyek û dermanek ji hevjîna min re nedîtin. Herwiha nexweşiya wê jî nas nekirin.”
Derbarê nexweşiya Dîlan Nazim de pisporê nexweşiyên xwînê Dr. Mihemed Zahîr jî got: “Hîmolakirya nexweşiyeke li cîhanê gelek kêm tê dîtin. Kesên dikevin vê nexweşiyê di heman demê de tûşî êşên fizîkî û haletên derûnî jî dibin.”
Dr. Mihemed Zahîr anî ziman ku di rewşa niha de ti çareyek ji wê nexweşiyê re nedtîine û dibêje çareseriya herî baş endamên malbatê her tim çavderiya wê bikin û morale wê berz bikin.
Di hemana demê de Zahîr da zanîn ku nexweşiya Dîlan Nazim nexweşieyeke têger e, heta ku ew du canî bibe jî nexweşî derbasî zaroka wê nabe.