Herêma Kurdistanê ji bo Hantavîrusê 4 biryarên nû standin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê ji bo rêgirtina li belavbûna Hantavîrusê 4 biryarên nû da ku di nav wan de destpêkirina hewleke berfireh a ji bo qirkirina mişk û cirdan heye.
Birêvebirê Giştî yê Çavkaniyên Ajelan û Veterîneriyê yê Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê Raber Mihemed ji Rûdawê re ragihand ku komîteya zanistî ya birêvebiriyê derbarê Hantavîrusê civîna xwe yekem pêk aniye.
Raber Mihemed bal kişand ser wê yekê ku heta niha ji bo vê nexweşiyê ti derzî nînin û got:
"Ev nexweşî di navbera salên 1950 û 1953yan de li cîhanê belav bûye û sala 1978an li Koreya Başûr hatiye tespîtkirin.
Hantavîrus bi rêya mişkan û cirdan tê veguhastin."
Biryarên Wezareta Çandiniyê
Ji bo parastina tenduristiya giştî, Wezareta Çandiniyê biryar da ku ev gavên li xwarê werin avêtin:
- Destpêkirina hewleke berfireh a ji bo qirkirina mişk û cirdan a li hemû saziyên fermî, taybet û ew cihên ku mişk û cird lê hene.
- Pêwîst e li kargehên alifê çûkan, projeyên mirîşkan, serjêgehan, kargehên şîr û goşt û li qesaban madeyên qirkirina mişkan werin danîn.
- Astengkirina hatina "hamsterên bedew" (cureyek ji mişkan) a ji deriyên sînorî.
- Hişyarkirina xwediyên depoyên xwarina kûçik û pisîkan ku tedbîrên pêwîst ji bo qirkirina mişk û cirdên di nava depoyên xwe de wergirin.
Nîşanên nexweşiyê
Pisporê mîkrobiyolojiya bijîşkiyê yê Zanîngeha Hewlêrê ya Bijîşkiyê Prof. Dr. Selah Tofîq Balekî 9ê vê mehê ji Rûdawê re ragihandibû ku veguhestina nexweşiyê ji mirovan a ber bi mirovan ve gelekî zehmet e, loma îhtimala ku bibe şewbeke berbelav wekî Koronayê gelekî kêm e.
Nîşanên sereke yên nexweşiyê ev in:
- Taya bilind û westiyana zêde.
- Serêş û êşa masûlkeyan û a zik.
- Vereşîn û kuxik.
- Tengbûna nefesê.
Li gorî amarên bijîşkan, rêjeya mirinê ya bi vê vîrusê di navbera ji sedî 20 û ji sedî 50ê de ye.