Profesorekî Îtalyan: Em dixwazin ji bo bijîşkên Kurdistanê bibin rêber
Hewlêr (Rûdaw) – Profesor Dr. Stefano Di Girolamo got ku ew dixwazin ji bo bijîşkên Herêma Kurdistanê bibin rêber.
Dr. Goran Letîf û Profesor Dr. Stefano Di Girolamo pirtûkeke bi navê “Maxillary Sinus: A Comprehensive Guide”yê dinivîsin ku bibe çavkaniyek ji bo bi dehan lêkolînên zanistî yên bijîşkî.
Pirtûk bi hûrgilî behsa neştergeriyên qirik, guh û ser û stû dike.
Pisporê neştergeriyên qirik, poz û guh ê ji Îtalyayê Profesor Dr. Stefano Di Girolamo bû mêvanê Rûdawê û behsa xebatên xwe kir.
Stefano Di Girolamo diyar kir ku armanca wan ew e ku ew ji bo hemû bijîşkên Herêma Kurdistanê bibin rêberek.
Stefano Di Girolamo derbarê Dr. Goran jî got, “Nêzîkî 10 salan e em hev nas dikin û ez karên wî bi taybetî yên di neştergeriyê de gelekî baş dibînim.
Vê yekê wiha kir ku ez pêwendiya xwe bi wî re bidomînim û pirtûkeke bi vî rengî binivîsim.”
Girolamo li ser neştergeriya poz got, “Teknîkeke hûr û kûr jê re pêwîst e û divê li gorî rûyê nexweş be.
Ango, nabe ku di biçûkkirin yan jî destkarîkirina wê de zêdegavî bê kirin.”
Sira temendirêjiya Îtalyanan eşkere kir
Profesor Dr. Stefano Di Girolamo da zanîn ku berê li Îtalyayê temenê navînî yê mirovan 50 sal bû lê niha bûye 80 heta 84 sal.
Ew bawer dike ku sedemên temendirêjiya Îtaliyan bi genetîk, şêwaza jiyanê û kalîteya hewayê ve girêdayî ne û herwiha behsa xwarina bi tendurist jî kir ku wekî sedemeke herî girîng dibîne.
Gelo dê hişê çêkirî cihê bijîşkan bigire?
Profesor bersiva vê pirsê bi “Na” da û got, “Em dikarin di hin neştergeriyan de ji bo alîkariya bijîşk bi kar bînin, çimkî ew alîkarekî baş e.”
“Eger bi xurexurê re bêhntengî nebe, pirsgirêk nîne”
Xurexur pirsgirêkeke berbelav e di nav xelkê de, bi taybetî jî hevjîn jê aciz dibin.
Profesor li ser vê yekê got, “Eger sedema xurexurê di poz an jî pişikan de be û bêhntengî pê re hebe, wê demê divê were çareserkirin.”
Ew pêşniyar dike ku hevjîn dikarin jûra xwe biguherînin an jî amûrek biçûk bi kar bînin ku xurexurê kêm dike.
Girolamo her wiha werziş û kêmxwarina beriya xewê jî ji bo kêmkirina xurexurê bi bandor dibîne.