Piştxûz, çavzîq û zikbeloq: Hûn mirovên sala 2050î meraq dikin?
Hewlêr (Rûdaw) - Eger dema we çav li Samê lingqerase, piştxûz, çavzîq û zikbeloq kir, çavên we beloq bûbin û çûbin nava serê we û hûn şaş û mat û heyirî mabin Sam gelekî dûrî xwe mebînin.
Lewra dibe ku em gav bi gav ber bi Sambûnê ve herin û tewr lêkolîn vê dibêjin.
Tîmeke teknolojiyê ya yekê ji sepanên tenduristiyê yên cîhanî, bi hişê çêkirî modelekê mirovan eşkere kir û ragihand ku ew şêweyê piraniya mirovanên sala 2050î ye.
Ew tîm ê sepana WeWardê ya cîhanî ye ku xelkê teşwîq dike werzişê bikin û şêwazeke jiyanê ya tendurist bipejirînin.
Tîmê modeleke bi navê "Sam" belav kiriye ku nîşan dide, eger mirov şêwaza jiyana xwe ya vêga (zêdebikaranîna telefonê, rûniştina zêde û zêdexwarina xwarinên xêrab) bidomîne dê sala 2050î wekî vê modela Sam bibe.
Model di medyaya Brîtanyayê de bi rêngê "qêrîn û tirsnak" tê pênasekirin çimkî kesekî nîşan dide ku pişta wî xûz bûye, çavên wî westiyayî û zîq in, lingên wî werimîne û zikê wî jî têra xwe heye.
Tîma sepana WeWardê ragihand ku modela wan li ser bingeha amar û encamên lêkolînên zanistî û bijîşkî hatiye amadekirin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê “rûniştina zêde û kêmbûna çalakiya laş” wekî astenga herî mezin a cîhanî ya sedsala 21ê bi nav kiriye.
Pisporên tenduristiya giştî jî diyar dikin ku "werzişa rojane ne tiştekî li gorî dil e lê pêwîstiyeke laşî, derûnî û biyolojîk e."
Ji bo rêlibergirtina vê şêwazê divê çi bê kirin?
-Divê tu giringiyê bidî xwarina sebze û fêkî
-Divê tu giringiyê bidî xwarina genimê tam û berhemên kêmrûn
-Divê tu giringiyê bidî proteînên di masî, goştê sor, goştê mirîşkan, hêkan û genim de
-Divê tu rojane kolariyên pêwîst bidî bedena xwe
-Divê tu şekir, rûn, xwê û xwarinên xerab kêm bikî
-Divê tu ji alkol, vexwarinên enerjiyê û vexwarinên gazê dûr bikevî
-Divê tu miradê xwe li xewê bikî
-Divê tu çixare û nêrgeleyê venexwî
-Divê fikr û ramanên te erênî bin û tu rihetiya derûnî bidî xwe
Helbet heke kêfa we gelekî ji Sam re hatibe hûn ne neçar in ji xwarina xwe kêm bikin û van tiştên din jî bikin.
Lê heke hûn naxwazin xwe di neynikê de weke Sam bibînin belkî hûn mecbûr bin telefonên xwe deynin aliyekî û liv û tevgerekê bixin jiyana xwe.