Hewlêr (Rûdaw) - Di nava ronê masî de asîtên bikêr yên ku ji bo tenduristiya mirovan baş in hene. Heta niha gellek lêkolînên cure yên zanyarî derbarê ronê masiyan de hatine kirin. Li gor encamên hinek lêkolînên bi vî rengî, kesên demdirêjî masiyan dixwin, di warê zîrektiyê de sedî 13 puan ji kesên din bêtir wergirtine.
Herwiha bi taybetî zarokên ku bi awayekî asayî masiyan dixwin hîperaktîfî û konsentrasyona nebaş najîn. Pê re jî di dibistanê de serkeftî ne. Ji hêla din ve di hinek lêkolînên li ser depresyonê de sûd ji madeya bi navê omega 3 ya ku di nava donê masiye de ye hatiye wergirtin.
Derbarê dema xwarina masî de jî tê pêşniyarkirin ku ger mirov bi awayekî asayî heftane 2 heta 3 caran masî nexwin jî, pêwist e vê valeyiyê bi donê masî dagirin. Ev yek dikare bi tovê kitanê were pêkanîn. Rojane pêwist e 1 heta 2 kevçiyên tovê kitanê ligel xwarinê were xwarin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse