Muzîkjenekî Zaxoyî di dema emeliyata xwe ya mêjî de li ûdê xist
Hewlêr (Rûdaw) - Muzîkjenî ji Zaxoyê Mihemed Serbest, di emeliyata xwe ya mêjiyê de li ûdê xist ku di cîhana tibê de kêm tê dîtin.
Bijîşkan ji bo ku di dema emeliyatê de karibin fonksiyonên liv û axaftinê yên nexweş demildest bişopînin, ev rêbaza nejirêzê bi kar anî.
Emeliyata ku li nexweşxaneyeke taybet a Mûsilê pêk hat, bi teknîka "cerahiya mêjî ya bi hişyarî" hat kirin.
Pisporê cerahiya giştî Dr. Rewa Behram ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ev cure emeliyat di bin anesteziya lokal de û dema nexweş bi temamî hişyar e tên kirin.
Dr. Rewa Behram got, "Tenê beşa serê nexweş tê tevizandin, bi vî awayî dikare di dema operasyonê de bi me re biaxive û gotinên me bi cih bîne."
Di dema emeliyatê de li ser daxwaza doktoran, muzîkjen Mihemed Serbest dest bi lêdana ûdê kir.
Ev performansa wî rê da cerahan ku tumora li deverên hestiyar ên mêjî, bêyî ku zererê bidin şiyana muzîkê û fonksiyonên din ên girîng ên nexweş, bi serkeftî derxînin.
Navê wê di tibê de: Performansa Muzîkê ya Întraoperatîf
Lêdana amûreke muzîkê, strangotin an jî axaftina nexweş di dema emeliyatê de, di lîteratura tibê de wekî "performansa muzîkê ya întraoperatîf" tê binavkirin.
Li gorî Navenda Tibê ya Clevelandê ku yek ji saziyên tenduristiyê yên bi prestîj ên Amerîkayê ye, bikaranîna vê teknîkê çend armancên bingehîn hene.
Armanca sereke, parastina fonksiyonan e bi rêya şopandina demildest da ku zerer negihîje şiyanên wekî liv, axaftin û bihîstinê.
Wekî din, cerrah dikarin bi şopandina performansa nexweş di dema emeliyatê de demildest binirxînin ka çi qas ji tumorê dikare bi awayekî ewle were derxistin, ev jî rêjeya serkeftina emeliyatê zêde dike.
Berê jî li deverên cuda yên cîhanê muzîkjenan, di emeliyatên mêjî yên bi vî rengî de bi lêdana amûrên wekî keman, gîtar û saksafonê emeliyatên serkeftî derbas kirine.
Ev rêbaz ji cerrahan re di dema emeliyatê de wekî nexşerêyekê ye û armanc dike ku bi paqijkirina tumora di asta herî bilind a mumkin de, kalîteya jiyana nexweş jî biparêze.
#VÎDEO - Muzîkjenekî Zaxoyî li nexweşxaneyeke Mûsilê ji serê xwe emeliyat bû
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 14, 2025
🎶 Wî di dema emeliyatê de li ûdê xist pic.twitter.com/GBIWYee5jF