Hewlêr (Rûdaw) – Li Brîtanyayê, zilamekî ku giraniya wî 444 kîlo bû karî di nav 2 salan de 300 kîlo kêm bike û giraniya xwe daxe 144 kîlo.
Li gorî ajansên nûçeyan, zilamekî înglîz ê bi navê Paul Mason ku temenê wî 51 sal e, karî di nav 2 salan de û bi diyetek tund û neştergeriyê ji 444 kîloyan dakeve 144 kîloyan.
Masonê ku beriya dest bi diyetê bike rojane 20 hezar kalorî enerjî dixebitand, dê niha jî çermê xwe yê ku piştî lawazbûnê sist bûye bi neştergeriyê bişidîne.
Helbet vê diyetê û lawazbûnê ne tenê di warê tenduristiyê de ji Paul Mason re xêr bû, lê di warê evîndariyê de jî sûdmend bû çimkî keça bi navê Rebecca Mountain piştî dîtina fîlma jiyana wî, bû aşiqê wî.
Paul dixwaze giraniya xwe daxe bin 100 kîloyî.

Paul û hevala xwe
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse