LÊKOLÎN - Xwendin û nivîsandin rîska jibîrkirinê ji sedî 40 kêm dike

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke nû eşkere dike ku xwendin û nivîsandin rîska nexweşiya jibîrkirinê (demans) ji sedî 40 kêm dike.

Ev lêkolîn li Zanîngeha Rushê ya Amerîkayê li ser 2 hezar kesan û di 8 salan de hatiye kirin, piraniya beşdaran kesên pîr bûn.

Di encama lêkolînê de diyar bû ku ew kesên di ciwaniya xwe de rojname û pirtûk xwendine, mêjiyê wan ji yên ku di ciwaniya xwe de tiştek nexwendine saxlemtir maye.

Heta sala 2050î amar dê zêde bibin

Li gorî amarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), tê pêşbînîkirin ku heta sala 2050î hejmara nexweşên jibîrkirinê sê qat zêde bibe û bigihêje 150 milyon kesan.

Serperiştyara lêkolînê ya li zanîngehê Andrea Zammitê got:

"Jibîrkirin bi pîrbûn û kalbûnê re tiştekî ku tê payîn e lê mirov dikare bi jiyaneke saxlem, xwendin û bikaranîna teknîkên bihêzkirina mêjî, vê yekê bi paş bixe."

Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Alzheimer cureyê herî berbelav ê nexweşiya jibîrkirinê ye.

Di vê nexweşiyê de xaneyên mêjî diçilmisin û lawaz dibin.

Bi vê yekê re çend nîşaneyên kurtmayî û dirêjmayî derdikevin holê.

Rêyên kêmkirina rîska Alzheimerê:

  • Tevgera rojane û çalakiyên laş.
  • Xwarina xwirekên saxlem.
  • Dûrketina ji çixare, nargîle û alkolê.
  • Kontrolên bijîşkî yên pêşwext.
  • Kontrolkirina şekir û tansiyona xwînê.
  • Rahênana mêjî.
  • Bihêzkirina pêwendiyên civakî.

Nîşaneyên nexweşiya Alzheimerê:

  • Jibîrkirina agahî û rûdanan.
  • Têkçûna hevsengiya meşê.
  • Zehmetiya vegotina rûdanan.
  • Guherîna tevgeran.
  • Dilgiranî û depresyon.
  • Lawaziya biryardanê.
  • Pêbendnebûna bi demê re.
  • Cihêhiştina kel û pelan.
  • Danîna kel û pelan li cihên ne guncav.