ÇÎN - Nanorobot ji bo çareseriya penceşêrê dibin hêvî

Hewlêr (Rûdaw) - Zanayên Çînî bi nanorobotan rêyeke nû ji bo çareserkirina penceşêrê vedikin û ev ev bi lez û başî şaneyên penceşêrê ji holê radike.

Li gorî lêkoleran, nanorobot wiha li şaneyên penceşêrê dikin ku ew hêsantir ji aliyê şaneyên parastinê ve bên naskirin.

Lêkoleran li Enstîtuya Zanistî ya Şanghayê rêyeke nû ji bo bihêzkirina parastina laş a li dijî penceşêrê peyda kiriye ku xwe dispêre teknolojiya nanorobotê.

“Şaneyên parastinê wan nas dikin”

Han Shouyê ku li Enstîtuya Zanistî ya Şanghayê lêkoler e got:

"Ev bi awayekî taybet bi şaneyên penceşêrê yên diyarkirî ve tê girêdan, ev jî wiha dike ku şaneyên parastinê wan nas bikin û bi başî ji holê rakin."

Rêbaza ku zanayan peyda kiriye, bikaranîna nanorobotan e ji bo nîşankirina şaneyên penceşêrê bi madeyeke kîmyewî ya taybet da ku şaneyên parastinê yên laşê nexweş zêdetir êriş bikin û şaneyên penceşêrê ji holê rakin.

Nanorobot amûreke biçûk e û bi hişê çêkirî tê kontrolkirin.

 Gelek caran ji vîrusekê jî biçûktir e da ku bikeve nav laş û li ser şaneya armanckirî kar bike ji bo gihandina derman û madeyên kîmyewî û bi rêya xwînê an daqurtandinê dikeve nav laş.

Lêkoler bi hêvî ne ku ev teknolojî ji çareseriyên din zûtir û bi bandortir be.

“Pêdiviya me bi guhertinên genetîk namîne”

Lêkolerê payebilind Li Shoujun li ser vê mijarê diyar kir:

"Bi vê rêbazê pêdiviya me bi guhertinên genetîk namîne, dema bipêşketinê kêm dike û lihevhatina biyolojîk jî zêde dike.

Bi çalakkirina wê ya bi ronahiya sor an sonarê re bandora wê zêde dibe."

Li Çînê salane zêdetirî 3 milyon kesan bi penceşêrê dikevin û nêzîkî du milyon kesan dimirin.

Ji ber vê yekê, yek ji xebatên sereke yên lêkolerên sektora tibê her tim peydakirina rêçareyan bûye ji bo têkoşîna li dijî penceşêrê û rêlibergirtina mirina bi milyonan kesan a ji ber vê nexweşiyê.