Encumena Wezîran: Divê dermanxaneyên neyasayî bên girtin
Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê fermana girtina dermanxaneyên neyasayî da.
Encumena Wezîran, îro di daxuyaniyekê de ragihand, divê dermanxan û dermansazên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin li gorî qanûn û yasayê bên organîzekirin û dermanxaneyên neyasayî bên girtin.
Li gorî daxuyaniyê, lêjneyek ji nûnerên wezaretên Tenduristî û Navxwe her wiha rêveberiyên tenduristî yên parêzgehan, nûnerên Sendîkaya Dermansazên Kurdistanê û Sendîkaya Karmendên Tenduristiyê bo şopandina vê mijarê pêk were.
Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye gotin, divê heta salekê hemû karûbarên girêdayî dermanxan û dermansaziyê li Herêma Kurdistanê ji nû ve were organîzekirin.
Hat zanîn, Wezîrê Tenduristiyê Dr. Heme Reşîd dê roja çarşemê (19.02.2014) li Hewlêrê di daxuyaniyeke rojnamevanî de agahiyên zêdetir li ser biryarên îro yên Encumena Wezîran bide raya giştî.
Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê, nêzîkî 4 hezar dermanxane li Herêma Kurdistanê kar dikin.