Heyva Sor a Kurd: Li Kobaniyê depoyên dermanan vala dibin
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsa Tîmên Gerok a Heyva Sor a Kurd a li Kobaniyê Şadiya Ehmedê hişyariyeke tund da û ragihand ku heta niha ti derman derbasî nav bajêr nebûye û depoyên wan ber bi valabûnê ve diçin.
Berpirsa Tîmên Gerok a Heyva Sor a Kurd a li Kobaniyê Şadiya Ehmed bû mêhvana bultena Nûrojê ya Rûdawê û li ser rewşa mirovî û tenduristiyê ya li Kobaniyê agahî dan.
Şadiya Ehmedê diyar kir ku tîmên wan ên gerok sê roj in dest bi xebatên xwe kiriye û her roj dibistanên ku koçber li wan dimînin ziayret dikin.
Koçber li dibistanan dimînin
Berpirsa Tîmên Gerok a Heyva Sor a Kurd a li Kobaniyê ragihand ku koçberên li Kobaniyê li 25 dibistanan û 7 mizgeftan hatine belavkirin.
Li navenda bajarê Kobaniyê 8 dibistan ji bo koçberan hatine veqetandin.
Di her dibistanekê de nêzîkî 50 malbat (derdora 180 kes) dijîn.
Şadiya Ehmedê bal kişand ser rewşa giran a koçberan û got, "Heta niha hejmareke zêde ya koçberan sobe dananîne û di nava sermayê de ne."
Nexweşî li nav zarokan zêde dibin
Ji ber şert û mercên xirab, nexweşî li nav koçberan belav dibin.
Berpirsa Heyva Sor da zanîn ku tenê di dibistanekê de wan 42 zarok derman kirine.
Bi gotina Şadiya Ehmedê 30 ji wan zarokan ji ber ava nepaqij bi nexweşiya zikçûnê ketine.
Hat destnîşankirin ku hejmara nexweşên li dibistanan pir zêde ye.
“Şîrê zarokan nemaye”
Şadiya Ehmed hişyarî da û got, "Sê rojên din derman di depoyên me de namînin. Eger derman derbas nebin, dê ambulansên me jî rawestin."
Her wiha hat gotin ku niha li dermanxaneyên bajêr şîrê zarokan qediyaye.
Heyva Sor a Kurd bang kir ku hemû cureyên dermanan ji bo bajêr pêwîst in.
Hat diyarkirin ku bi taybetî pêdivî bi dermanên nexweşiyên wekî şekir, talasîmya û penceşêrê heye.
Heta niha ti korîdorên mirovî ji bo gihandina dermanan nehatiye vekirin, ev yek jî jiyana bi hezaran koçber û nexweşan dixe metirsiyê.