Li Rojhilatê Kurdistanê zilaman jî berê xwe daye neştergeriya bedewiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporekî neştergeriya bedewiyê radigihîne ku neştergerî li Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye û zilam jî dikin.

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê Konferans û Pêşangeha Medîkalê ya Kurdistanê hat lidarxistin.

Ji parçeyên din ên Kurdistanê jî bijîşk tevlî konferansê bûn û gotar pêşkêş kirin.

Yek ji bijîşkan pisporê neştergeriya bedewiyê Dr. Xalid Qadirê ji Rojhilatê Kurdistanê bû.

Pisporê neştergeriya bedewiyê Dr. Xalid Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Neştergeriya bedewiyê li Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye û zilam jî neştergeriya bedewiyê dikin.

Niha neştergeriya bedewiyê di nav zilaman de wekî şerm nayê dîtin."

Dr. Xalid Qadir sedema zêdebûna neştergeriyê di nav zilaman de bi wê yekê ve girê da ku her kes dixwaze ciwan xuya bike û ev hest li cem zilaman jî heye.

Qadir li ser sedema hatina bijîşkên Rojhilatê Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê jî got:

"Li Herêma Kurdistanê rewşa darayî li gorî Îran û Rojhilatê Kurdistanê baştir e."