WHOyê ji ber Ebolayê rewşa awarte ragihand

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Vîrusa Ebolayê WHO Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber şewba Ebolayê "rewşa awarte ya gerdûnî" ragihand.

Ev şewb heta niha bûye sedema mirina zêdetirî 80 kesî.

Tê gotin ku ji bo varyanta (cureyê) niha ya vîrusê ti derman yan jî vaksîn (derzî) nîne.

Ev varyant cara pêşîn li Kongoyê derketiye.

Birêvebirê Giştî yê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesus eşkere kir ku ji ber şewba Ebolayê ya li Kongo û Ugandayê "rewşa awarte ya tenduristiya giştî" hatiye ragihandin.

Li aliyê din, rêxistinê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.

Rêxistinê bal kişand ser wê yekê ku ev şewb wekî Koronayê nabe pandemiyeke gerdûnî.

Her wiha WHOyê pêşniyar kir ku sînorên navneteweyî neyên girtin.

Rayedar dibêjin ku nexweşî cara pêşîn roja înê li parêzgeha Îturiyê belav bûye.

Ev parêzgeh dikeve rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê û nêzîkî sînorê Uganda û Sûdana Başûr e.

Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Afrîkayê (Africa CDC) roja şemiyê amarên nû belav kirin.

Li gorî amaran 336 pêketiyên gumanbar û 87 mirin hatine qeydkirin.

WHOyê destnîşan kir ku hema bêje hemû pêketî li Kongoyê ne û tenê 2 pêketî li Ugandaya cîran hatine dîtin.

Guman heye ku vîrus zêdetir belav bûbe

Ugandayê roja şemiyê piştrast kir ku nexweşekî ji Kongoyê hatiye li Kampalaya paytext canê xwe ji dest daye.

WHOyê ragihand ku li Kampalayê pêketiyekî din jî hatiye dîtin.

Her çi qasî têkiliyeke eşkere di navbera her du nexweşan de nehatibe dîtin jî her duyan ji Kongoyê çûne wir.

Birêvebirê Giştî yê WHOyê Tedros li ser belavbûna erdnîgarî ya nexweşiyê û hejmara pêketiyan daxuyanî da.

Tedros anî zimên ku di vî warî de gumanên wan ên zêde hene û got:

"Agahiyên li ser têkiliya pêketiyên gumanbar an jî yên hatine tesbîtkirin kêm in."

Li gorî WHOyê, zêdebûna pêketiyên li Îturiyê nîşan dide ku "dibe şewb ji ya ku heta niha hatiye tesbîtkirin gelekî mezintir be."

Ji bo varyanta Bundibugyoyê vaksîn nîne

Rayedarên tenduristiyê piştrast kir ku şewba niha ji cureyê "Bundibugyo" yê vîrusa Ebolayê pêk tê.

Ji bo vê varyantê heta niha ti rêbazên dermankirinê yan jî vaksîneke pejirandî nîne.

Heta niha li Kongo û Ugandayê zêdetirî 20 caran şewba Ebolayê derketiye.

Lê varyanta Bundibugyoyê tenê di sê şewban de hatiye dîtin.

Ev cure cara pêşîn di navbera salên 2007-2008an de li herêma Bundibugyoyê ya Ugandayê hatibû dîtin.

Wê demê 149 kes pê ketibûn û 37 kesan canê xwe ji dest dabû.

Ebola çi ye û çawa belav dibe?

Ebola vîruseke gelekî vegirtî ye û zû belav dibe.

Nexweşiya ku vîrus çêdike her çi qas kêm were dîtin jî bi piranî kujer e û giran derbas dibe.

Li gorî amarên Enstîtuya Tenduristiyê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NIH), rêjeya mirinê di varyanta Bundibugyoyê de derdora ji sedî 37 e.

Ev rêje li gorî varyanta "Zaire"yê kêmtir e.

Rêjeya mirinê ya di varyanta Zaireyê de digihîje ji sedî 90î.

Çima WHO rewşa awarte radigihîne?

WHO bi ragihandina "rewşa awarte ya tenduristiya giştî" armanc dike ku welatên cîranên Kongoyê hişyar bike.

Armanceke din jî ew e ku piştgiriya navdewletî ji bo herêmê kom bike.

WHOyê destnîşan kir ku divê Kongo û Uganda rê li ber çûyîna nexweşan bigirin.

Lê bang kir ku welatên din sînorên xwe negirin û qedexeyên geştê daneynin.

Rêxistinê hişyarî da ku eger sînor bên girtin xelk dê rêyên qeçax û yên nayên kontrolkirin bi kar bîne.

Ev yek jî dê rîska belavbûna Ebolayê gelekî zêdetir bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst